HEWLÊR
Li Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov a Herêma Kurdistanê, Beşa Parastina Mafên Zarokan hat vekirin. Dema li dibistan û girtîgehan binpêkirinek li beramberî zarokan pêkhat, wê ev beş pêre eleqeder bibe.
Îro li Hewlêrê li nava avahiya Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov bi hevkariya Unicef’ê Beşa Parastina Mafên Zarokan hat vekirin.
Di merasîma vekirinê de Rêvebera Giştî ya Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov Tavge Omer axivî û got: “Di roja danezana cîhanî ya mafên zarokan de me beşa parastina mafên zarokan li desteya xwe vekir. Ev beş bi armanca parastina mafên zarokan wê çavdêrî û lêkolînê li ser binpêkirinên li beramberî zarokan tên kirin, bike.”
Tavge Omer diyarkir wê beşa parastina mafên zarokan li Wezareta Karûbarên Civakî bi mebesta parastina mafên zarokan xeta telefonê ya bi hejmar 116 vekiriye.
Her wiha eşkere kir wê beşa zarokan çavdêriyê li wan binpêkirinên ku li saziyên wezareta navxwe, perwerde, tendirustî û karûbarên civakî pêktên, bike.
(kş)