Li Somaliyê lehî: 50 kes mirin, nêzî 700 hezar kes jî ji malên xwe bûn

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Somaliyê ji ber lehiyê zêdetirî 50 kes mirin, nêzî 700 hezar kes jî ji malên xwe bûn.

Dîrektorê Ajansa Rêveberiya Karesatê ya Somaliyê Mûhamûd Mûalîm Abdûllahî roja duh di civîna çapemeniyê de axivî û got: “Di karesatê de 50 kes mirin. 687 hezar û 235 kes jî neçar man ku malên xwe biterikînin.”

Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) diyar kir ku hejmara mirovên ku ji ber baranê û lehiyê ji cihên xwe bûne, di hefteyekê de hema bibêje bû du qat û bi giştî 1,7 milyon kes ji karesatê bandor bûne.

OCHA’yê di heman demê de ragihand ku li gelek herêman rê, pir û pîstên balafiran zirar dîtine, ev rewş bandorê li ser tevgera mirovan û kel û pelan dike û dibe sedema buhabûna xurekên esas.

Saziya alîkariyê ya bi navê Save the Children eşkere kir ku li Kenya, Somalî û Etiyopyayê ji ber karesatên lehiyê yên ji nişka ve zêdeyî 100 kes mirin ku 16 ji wan zarok bûn û zêdeyî 700 hezar kes jî neçar man ku malên xwe biterikînin.

Qoçê Efrîqayê li hemberî guhertina avhewayê weke yek ji herêmên herî bêyî parastin tê zanîn û bûyerên hewayê yên tund her ku diçin hîn dijwartin diqewimin.

Komên alîkariyê hişyar kirin ku eger El Nîno heta Nîsana 2024’an dewam bike, wê rewş hîn xerabtir bibe û banga mudaxeleya lezgîn a kûreyî kirin.