Vegera ji bo Şengalê: Bi dehan koçberên din vegeriyan ser cih û warên xwe

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku 128 koçber bi daxwaza xwe ji wargehên Silêmanî û Dihokê vegeriyane ser cih û warên xwe yên li Şengal û parêzgeha Selahedînê.

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê derbarê vegera koçberan ya ji bo Şengal û herêmên din ên Iraqê daxuyaniyek belavkir.

Li gorî daxuyaniyê îro 128 koçberên din bi daxwaza xwe, ji wargehên li Silêmanî û Dihokê vegeriyane ser malên xwe yên li Şengal û parêzgeha Selahedînê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tîmên wezareta Koç û Koçberan ji bo vegerê alîkariya malbatan dikin û pêdawîstiyên din yên jiyanê jî dabîn dikin. Herî dawî hate gotin ku xebatên ji bo vegera penaberan ya bi daxwaza xwe dewam dikin, divê çarçoveyê de navê koçberên dixwazin vegerin ser cih û warên xwe tê nivîsandin.