NAVENDA NÛÇEYAN
Koma Muqawemey Iraqê ragihand, beriya çend kêliyan carek din bi muşekan êrişî baregeha Eyn Esed a ku hêzên Emerîka lê ye kirine.
Koma Muqawemey Iraqê di daxuyaniyek de ragihand wan bi çend muşekan êrişê hêzên Emerîka yên baregeha Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê kirine.
Hat gotin di encama êrişê de ziyanên canî çêbûne.
Koma Muqawemey Iraqê vê sibehê jî ragihandibû ku duh bi şev bi dronekê êrişê heman baregehê kiribû.
Li aliyê din medya Iraqê ragihand, Emerîkayê wek bersivek li dijî van êrişan, danê siharê karwanek wesayîtên barghilgir ên ser bi koma Hizbulahê ku ji Bexdayê ber bi Enbar û jiwir jî wê çûban Suriyeyê, hatiye bombebaran kirin. Ji ber êrişê hemû wesayîtên barhilgir ku tê gotin teqemenî têde bûn, teqiyane û tine bûne.
(kş)
Emerîkayê karwanek wesayîtên barhilgir ku ji Iraqê diçû Suriyeyê bombebaran kir