HEWLÊR/ROJNEWS
Seroka Desteya Mafê Mirovan ragihand ku di nava du salan de zêdetirî 5 hezar keç, di temenê bin 18 saliyê hatine zewicandin.
Li Hewlêrê li nava avahiya Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov bi hevkariya Unicef’ê Beşa Parastina Mafên Zarokan hat vekirin. Seroka Desteya Mafê Mirovan Muna Yaqu di merasîma vekirinê de axivî û behsa zewaca di temenê biçûk de kir.
Muna got; “Di nava salên 2020-2022’yan de 5 hezar keç di temenê bin 18 salê de hatine zewicandin. Zewicandina zarokan karek ne yasayî ye, pêwîste mafê hemû zarokan bê parastin, bixwînin û temenê xwe yê zarokatiyê bijîn.”