Şehîd Şefîqe Esed li Şehbayê hate oxirkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi tevlêbûna bi hezaran kesî endama Hêzên Ewlekariyê şehîd Şefîqe Esed li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hat oxirkirin.

Endama Hêzên Ewlekariyê Şefîqe Esed 14’yê Mijdarê li Şehbayê dema li ser erka xwe bû, şehîd bûbû.

Bi hezaran koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê cenazeyê şehîd Şefîqe Esed ji Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê wergirt û ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Ji rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan ya Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Wilo sersaxî da malbata şehîd û tevahî şêniyên kantonê û got: “Rêya me bi saya van şehîdan ronî dibe. Em ê jî şopdarên wan bin.”

Her wiha Sozdar Şêxo jî sersaxî da gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Berxwedana gelê Efrîn û Şehbayê cihê herî pîroze ji bo me û emê tu carî dest ji berxwedana xwe bernedin, berxwedana me hebûna me li vir dide îfadekirin û dê Efrîn jî bê rizgarkirin.”

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Şefîqe Esed hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin. Cenazeyê şehîd tevî tilîliyên dayikan hat veşartin.