Li Silêmaniyê pirtûka Şehîd Nagîhan Akarsel ya bi zaravê Soranî hate nasandin

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Pirtûka şehîd Nagîhan Akarsel ya bi navê Lêgerîna Rastiyê ku ji 400 rûpel û 100 gotaran pêk tê bi zaravayê Soranî hate nasandin û belavkirin. Navê pirtûkê yê bi soranî ‘Gerîdeyî Heqîqet’e.

Pirtûka binavê Gerîdeyî Heqîqet (Lêgerîna Rastiyê) ya ku ji aliyê şehîd Nagîhan Akarsel bi nasnav Zîlan ve hatiye nivîsandin, îro li Rêkxistina Azadbûn ya Silêmaniyê hate nasandin û belavkirin.

Çapa Soranî ya binavê Gerîdeyî Heqîqet ya ji aliyê şehîd Nagîhan Akarsel ve hatiye nivîsîn, ji 400 rûpel û 100 gotaran pêk tê û ji aliyê nivîskar û rojnamevana Kurd ji zimanê Tirkî hatiye wergerandina Soranî.

Pirtûk ji aliyê nivîskara jin Şîrîn Tahir û nivîskar û çalakvana jin Kinêr Ebdullah ve hate nasandin.

Destpêkê Şîrîn Tahîr behsa fikir û têkoşîna şehîd Nagîhan Akarsel kir û wiha got: “Fikrên wê ne tenê bi çepgiriya demokratîk ve girêdayî ye, di heman demê de bi rêya wî ya Apoyî ya jineolojiyê ve girêdayî ye. Vê hevgirtinê hêzek daye nivîsên wê ku em dikarîn di vê pirtûkê de bikar bînin.”

“Şehîd Nagîhan dixwest bigihije armancekê. Dixwest li ser nêrîna hemû jinan bixebite. Têkoşîna wê ne tenê têkoşîna jina Kurde, têkoşîna hemû jinên cîhanê û heta têkoşîna ji bo mêrane jî.”

Paşê nivîskar û çalakvana jin Kiner Ebdullah li ser kesayet û pirtûka şehîd Nagîhan Akarsel axivî û wiha got; “Dema ku mirov bi tiştekî bawer bike û ji bo wê şer bike , di hemû qonaxên jiyana xwe de li ser kîjan têkoşînê bixebite, ji bo serkeftina wî ya herî girîng ewe ku bi hezkirin li têkoşîna xwe binêre. Şehîd Nagîhan Akarsel jî, ji destpêka jiyana xwe heta kêliyên dawî yên jiyana xwe bi hezkirin li keda xwe mêze kiriye.”

Di dawiyê de Akademiya Jineolojiyê xelata rêzgirtinê pêşkeşî nivîskar Şîrîn Tahir û Kinêr Ebdullah kir û pirtûka şehîd Nagîhan Akarsel ya bi navê Gerîdeyî Heqîqet (Lêgerîna Rastiyê) li beşdaran belav kir.

Nagîhan Akarsel bi nasnav Zîlan lêkolîner, nivîskar û rojnamevanek jine. Di sala 1976’an de li gundê Xelîkan yê navçeya Gulyaziyê ya li Konyayê, li Tirkiyê ji dayik bûye. Di 4’ê Cotmeha 2022’an de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li nêzî mala xwe ji aliyê MÎT’ê ve hat qetilkirin.

(wd)