Festîvala Navnetewî ya Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê bidawî bû

KERKÛK-ROJNEWS

Festîvala Navnetewî ya Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê di roja sêyemîn de bidawî bûn. Di festîvalê de hemû leyîstikên şanoyê ku taybet bûn bi şanoyên zanîngehan, hatin leyîstin. Naveroka piraniya şanoyan li ser parastina jinan, rûmeta welat û rewşenbîriyê bûn.

Îro nîşandanên roja sêyemîn ya 7’emîn ya Festîvala Navnetewî ya Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê li zanîngehek taybet ya bajêr hatin lidarxistin. Hemû şanoyên ku di festîvalê de leyîstina wan hatibû plankirin, hatin leyîstin. Piraniya şanoyan girêdayî beşê zanîngehan bûn.

Di şanoyên îro de Şanoya Zeng ku ji aliyê Zanîngeha Selahedîn ya Hewlêrê ve hat pêşkêşkirin, behsa îrade û hêza jinan ya li dijî zilmê hat kirin. Performansa din li zanîngeha Besra, bi navê ‘Nexase’, behsa qurbaniyên şer û ferzkirina rejîmeke dîktatorî dikir. Paşê şanoya ‘Tepedoz’ li ser efsaneyên xwedawendên di demên kevnare de hate leyîstin. Her wiha şanoya Koma Şanoya Rûbend ya ji navçeya Kifrî beşdarî şanoya ‘Mask’ bû, ku ev leyîstîk jî li ser teşwîqkirina ciwanan ya ji dûrketina ji alkol û madeyên hişber û di heman demê de li tenduristiya xwe xwedî derkevin û jîngehê biparêzin.”

Civîna danasîna du pirtûkên şanoyê li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê tê lidarxistin û piştre jî panelek ji bo 8 hûnermendên şanoyê (şanoger) li ser nêzîkatiyên şanoyê di hemû warên şanoyê de bê lidarxistin. Piştî saet 20:00’ê îşev, jûriya festîvalê dê xelatan bidin kom û şanogeran.

(wd)