HELEBCE
Tembûr yek ji amûrên mûzîkê yên pîroz ên olên Yarsan û Kakeyiyan e ku bi 72 cureyên awazên muzîkê di şahî û boneyên Kakeyiyan de tê bikaranîn.
Tembûr an jî Temîre amûreke mûzîkê taybet a ola Yarsan e ku bi piranî li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê tê bikaranîn, lê li Başûrê Kurdistanê Kakeyiyên Helebce û Kerkûkê jî bi kartînin û peyrewên ola Yarsan di merasîmên olî de wek sazek pîroz bi kar tînin. Kakeyiyan bi sedan salane, kevneşopiyên xwe parastine û yek ji wan kevneşopiyan jî ango lêdana tembûrê ji nifş derbazî nifş kirine û parastine ku di roja me ya îro de jî berdewame.
Tembûr ji kaseyek darîn, destik û sê têlan pêk tê, awazeke wê ya balkêş û taybet heye. Kakeyiyan dema li vê amûrê dixin, xwedî rewşeke derûnî û hestiyar a taybet in ku dişibihe hesta lêxistina defê ya di nav Misilmanan de.
Kakeyiyên li sînorê parêzgeha Helebceyê jî bi taybetî giringiyek mezin didin vê amûrê. Her sal di bone û merasîman de ji bo mûzîkê vê amûrê bikartînin. Ji bo wan weke amûrek pîroze.
Tembûrvanên Kakeyî yên li parêzgeha Helebceyê di derbarê giringî û cihê tembûrê di ola Yarsan û nava Kakeyiyan de ji Rojnews’ê re axivîn.
Yek ji tembûrvanên Kakeyî Fernûd Îlhamî derbarê mijarê de destnîşan kir ku tembûr amûrekê mûzîkê ya Yarsaniyane, tenê sazeke li gel xwenidna peyvên Yarsaniyan tê lêxistin. Fernûd Îlhamî her wiha diyar kir ku tembûr amûrek mûzîkê ya pîroze, melayên heqanî li ser tembûrê muzîk û ahengên taybet bi kartînin.
Fernûd Îlhamî wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ev 22 sal in ez li tembûrê dixim. Tembûra niha heyî çavkaniya hemû tembûrên dine. Em dikarin bêjin gîtar û hemû sazên din jî li ser bingehê tembûrê hatine çêkirin.
Lêkolînerê di warê olî de Senger Henarî derbarê heman mijarê de axivî û wiha got: “Tembûr di olên Zerdeştî û Mîtanî de amûra muzîkê ya herî kevine. Di nava olê Yarsan de zêdetirî hezar salane pîroz tê dîtin. Tevî ku di nava ola Yarsan û Êzidiyan de hatiye bikaranîn jî, lê li gel Kakeyiyan pîroz maye û heta niha jî pîroz tê dîtin.”
Senger Henarî da zanîn ku di piraniya merasîm û pîrozbahiyên Yarsaniyan de amûra Tembûrê tê bikaranîn ku bi 72 awaz û mûzîkên ciyewaz tê lêxistin.
(fk)