Hunermendên Koye: Teknolojiyê bandorek xirab li ser hunerê kiriye

KOYE

Kurd xwedî hunerek dewlemendin, navçeya Koye jî yek ji wan navçeyên di aliyê hunerê de pêşketiye. Lê hunermendên bajêr diyar dikin ku teknolojiyê bandorek xirab li ser hunerê çêkiriye.

Navçeya Koye xwediyê gelek hunermendên mezin û naskiriye ku rolek mezin di aliyê hunera Kurdî de lîstine û heta niha jî nifşê nû guh dide dengên wan hunermendan. Lê li gor gotina hunermendên bajêr çend sedemek di nava wan de jî teknolojî, wisan kiriye hunera Kurdî ber bi lewaziyê ve here.

Hunermendên navçeya Koye di derbarê giringiya hunerê ya li Koye û sedemên ku bandor li ser hunerê bi awayek giştî dikin, ji Rojnews re axivîn.

Hunermend û Awazdaner Arezu Îsmaîl diyarkir hunermendên berê yên resen hemû jiyana xwe ji hunera xwe veqetandin û ji bilî wê jî ji bo hînbûn û lêgerîna şêwaz û stranên resen hertim di nava hewildanan de bûn.

Arezu Îsmaîl da zanîn ji ber van taybetmendiyan, heta niha jî deng û sitranên wan hunermendan zindî maye û got; “Wan hunermendan her yek şêwazek xwe yê taybet hebû. Ji bo mînak, Xale Tayer, Mame Sêwe û Mela Eshed di dibistana sitranên resen ên Kurdî de mezin bûn.”

Di dewamê de Arezu Îsmaîl destnîşankir ku li Koye sitranên Kurdî yên resen cihek xwe yê taybet heye û niha her kes bi van sitranan şanaze.

Hunermend Arezu îşaret bi bandora teknolojî ya li ser hunera Kurdî jî kir û got: “Teknolojiyê bandorek xirab li ser hunerê çêkiriye, ji ber wê niha huner lewaz bûye. Li hemû cîhanê teknolojî ji bo başkirin û ciwankirina tiştên başe, lê mixabin li vir ji bo veşartina tiştên xirab tê bikaranîn.”

Arezu Îsmaîl diyarkir hin ji sedemên din ên lewazbûna hunera niha ewe ku dema hunermendek dest bi karê hunerî dike, armanca xwe dike pere qezenc kirin, ji bilî wê jî hinek hunermendên niha di aliyê rewşenbîrî de lewazin û nikarin gotin û şêwazên baş ji sitranên xwere bibînin. Ev dibin sedem hunera niha lewaz bibe.

Hunermend Piştîwan Kakil jî yek ji wan hunermendane ku bi salane xizmetê ji mûzîk û sitranan re dike, got: “Ji bo huner resentiya xwe biparêze sê tişt giringin. Hunermendên berê van tiştan li ber çav digirtin, ji ber wê heta niha jî nav û dengê wan maye. Ya yekem tekst û hunandin, duyem performans, deng û şêwazê gotinê, ya sêyem jî awaze ku her sitranek ev tişt têde nebin, namînin.”

Piştîwan Kakil diyarkir sitranên niha piraniya wan piştî hefteyek êdî kes guhdar nake û got: “Sedema vê çendê jî ji ber nebûna her sê xalên li jor me behskiriye. Niha bi qasî ku giringî bi rû tê dayîn, ewqas giringî bi naveroka sitranê nayê dayîn. Hunermendên niha diçin jinek tînin di klîba xwe de didin lîstin, xelk jî bi qasî li dîmen temaşe dike, ewqas guh nade naveroka sitranê çiye û çi dibêje. Ji ber wê ye ew sitran zêde namînin.”

(kş)