NAVENDA NÛÇEYAN
Yek ji hunermend û pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê hunermend Tahîrî Xelîl ku li Silêmaniyê dima, jiyana xwe ji dset da.
Hunermend Tahîrî Xelîl di sala 1956’an de li bajarê Bokan ya Rojhlatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di temenê xwe ê 15 salî de dest bi stran gotinê kiriye.
Tahîrî Xelîl yek ji wan hunermendên ku bi stranên xwe piştgirî daye şoreşên Bakur û Başûrê Kurdistanê. Di heman demê de pêşmergeyek hêzên Rojhilatê Kurdistanê bû. Tahîrî piştî rûxîna rejîma Şahê Îranê koçî Başûrê Kurdistanê kiribû û li Silêmaniyê jiyan dikir.
Hinek ji stranên Tahîrî evin; “Şeva tarî û bêdeng, ji Qendîla serbilind ve, şîrîn û şîrîn, ji bo Mahabad, sirûda Raperîn” û gelek sirûd û stranên dinin.
Hunermend Tahîrî îro li taxa Raperîn ya Silêmaniyê di temenê xwe yê 68 salî de jiyana xwe ji dest da.