Pênciwênî: Ger PKK li Başûr nemîne, wê statûya Herêma Kurdistanê ji holê rabe

BARAN GERMIYANÎ/ROJNEWS

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê bersiva pirsên me da û got; “PKK bi îdeolojiyek taybet, netewî, şoreşgerî û ji bo armancên Kurdan têdikoşe. Raperîna Başûr destpêkê bi êrişa gerîla û gel destpê kir, dewleta Tirk ji ber PKK’ê piştgirî da statûya Herêma Kurdistanê, ger îro li Başûrê Kurdistanê PKK nemîne wê ew statû jî nemîne.”

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî di hevpeyvînek xwe ya bi ajansa me re, behsa rol û bandora Partiya Karkerên Kurdistan PKK ya di raperîna sala 1991’an, statûya Herêma Kurdistan ya ji ber PKK’ê, parastina gel ya ji destê çeteyên DAIŞ û êrişên dewleta Tirk ên dagirker ên ser Başûrê Kurdistanê de, bersiva pirsên me da. Hevpeyvîn ji du beşan pêktê, beşa yekem emê îro bi were parve bikin.

Beşa yekem ya Hevpeyvîna bi Mihemed Emîn Pênciwênî re wiha ye:

-PKK ji bo çi hat avakirin û cûdahiya di navbera PKK’ê û şoreşên berê de çiye?

Beriya ku PKK were avakirin, gelek hizb û tevger hebûn, hinek li gorî siyaset û aqilê xwe dest bi şoreşê kirin, piraniya wan şoreşan jî negihiştin armanca xwe û vemirîn. Wan şoreşan nekarîn netewî û Kurdbûnê di fikirê Kurdbûnê de bidin danîn. Ev jî bû sedem ku hêzek din derkeve meydanê. Hêzek bi îdeolojiyek taybet, netewî û bi ruhê şoreşgerî ji bo armancên Kurdan têbikoşe derket holê. Ji bo vê di pêşengtiya Rêber Ocalan û hevrêyên wî de, karîn hêzek cûda ava bikin û di encama  de PKK hat avakirin.

Birêz Ocalan zanî ku 40 milyon Kurd hene û bi ser çar welatan hatine parçekirin. Ji bo vê pêwîstî bi partiyek şoreşger dît. Rêber Ocalan xwest bi kesayetek taybet ku ji mirinê natirse û xwe bigihîne armancên ku Gelê Kurd dixwaze.

-Raperîna Başûrê Kurdistanê çawa destpê kir?

Dema ku dijî rejîmê Raperîn destpê kir, wê demê gerîlayên PKK’ê li lutkeyên çiyayê Xakurk û Qendîlê bûn. Destpêkê li Zaxo gerîlayên PKK’ê û gel êrişî baregehên rejîmê kir. PKK baregehên rejîmê girt û çek da gel. Herwiha bi hatina pêşmergeyan ya di nava bajaran de, PKK ji pêşmergeyan re got ku çi bi keve ser milê me em amadene.

-Rola PKK’ê ya di avabûna parlamento û statûya Herêma Kurdistanê de çiye?

Piştî Raperînê biryar hat dayîn ku parlamento û hikumet werin avakirin. Diwê demê de Tirkiye got ku ewê piştgiriya avakirina hikumetê bikin. Ew jî bi şertê ku dijî PKK’ê şer were kirin û ji holê rakin. Ji bo vê dewleta Tirk operasyonek lidarxist. Di operasyona bi çekdarên PDK’ê û YNK’ê re êrişî gerîla kirin û xwestin PKK’ê ji holê rakin.

Di civîna destpêkê ya parlamentoyê de hate gotin ku emê hikumetê ava bikin û wê Tirkiye jî alîkariyê bide, lê PKK rê li vê digire û me têk dide. Di encam de biryar dan ku şerê PKK’ê bikin, lê bi ser neketin. Diwê demê de Tirkiye nûnerên hemû partiyên Başûr li Enqereyê komkir. Behsa opersasyona li Başur ji wan rekir û xiyanet kirin. Di oxira pere de bi Tirkiyeyê re bûn yek ku PKK’ê ji holê rakin, lê bi serneketin.

Ger gerîlayên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê nemînin, wê dewleta Tirk tevahî Başûr dagir bike. Tevî niha sê beş ji Başûr ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Ger PKK nemîne, wê demê wê Başûrê Kurdistan bibe wilayetek dewleta Tirk û statûya Herêma Kurdistanê ji holê rabe.

 

Sibe beşa duyem wê were weşandin.