Jinên Helebce: Divê em çanda lixwekirina cilên Kurdî biparêzin

HERÊM QADIR

Lixwekirina cilûbergên Kurdî yek ji resentî û çanda gelê Kurde. Li Herêma Kurdistanê gelek kes hene giringiyek zêde bi lixwekirina cilûbergên Kurdî didin. Jinên Başûrê Kurdistanê jî di rojên taybet û merasîmên netewî de xwe bi cilûbergên Kurdî dipêçin. Jinên Helebce daxwaz dikin ku çanda biyanî têkelî resentiya çanda Kurdî neyê kirin û çanda cilûbergên Kurdî were parastin û pêşxistin.

Li tevayî cîhanê gel û netewên cûda bi çand û hunera xwe tên naskirin. Gelê Kurd jî xwedî çandek dewlemende, bi taybetî jî di lixwekirina cilûbergan de. Cilûbergên Kurdî bûye sembolek ya nasnameya Kurdan. Rojane di rojên taybet û merasîman de gelek kes van cilên Kurdî li xwe dikin.

Di derbarê lixwekirina cilûbergên Kurdî û parastina çanda Kurdî de jinên Helebceyê ji ajansa me re axivîn.

Jina bi navê Şehla Heme Tofîq li ser lixwekirina cilûbergên Kurdî û hiştina wê wek resentiyekê axivî û wiha got: “Wek Kurd me cilûbergek gelek ciwan heye, ger em di ber karên rojane re bikarneyînin jî, pêwîste em di rojên taybet û merasîman de wan cilan li xwe bikin. Keyfxweşim ku niha piraniya jin û ciwanên me cilên Kurdî li xwe dikin.”

Şehla Heme daxwaz kir ku resentiya cilûbergên Kurdî neyê xirakirin û ti modelên cilên biyanî neyê xistina nava cilên Kurdî de.

Jina ciwan a bi navê Amêz Omer jî li ser cilûbergên Kurdî wiha axivş: “Ji zarokatî ve cilên Kurdî li xwe dikim. Tiştek gelek ciwane ku em di hemû merasîm û rojên taybet de cilên Kurdî li xwe bikîn. Cihê keyfxweşiyê ye piraniya ciwan û beşên cûda yên civakê cilên Kurdî li xwe dikin.”

Amêz Omer diyar kir ku di salên borî de çanda biyanî hatibû xistina nava cilên Kurdî lê îsal ew çanda biyanî li nav cilên Kurdî de nemaye.

Jina bi navê Sirwe Mihemed jî balkişand li ser giringiya parastina cilûbergên Kurdî û wiha pê de çû: “Wek kes giringiyek zêde bi cilûbergên Kurdî didim. Ez dixwazim hemû gelê Kurd di rojên taybet û cejnan de cilên Kurdî li berxwe bikin. Ji ber ku cilûberg gelek giringe û ew resentiya gelê me ye. Em bi cilên Kurdî tên naskirin û welatê xwe didin nasîn.”

Sirwe Mihemed da zanîn ji bilî cilên Kurdî, xwarinên Kurdî jî ji xwarinên welatên din cûdane û got: “Divê em çanda xwe biparêzin û nehêlin tine bibe.”

(kş)