Li Moskowayê pêşangeha çanda Kurdî hate vekirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo çanda gelê Kurd bi gelên Rûsyayê bidin naskirin, li paytext Moskowayê pêşangehek ku wê 14 rojan berdewam bike hat vekirin.

Kurdên li Rûsyayê dimînin bi çalakiyên çanda Kurdî û Kurdistanê bi gelên Rûsyayê re didin naskirin. Yek ji van çalakiyan jî; pêşangeha ji aliyê Nûnertiya Rûsyayê ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tevgera Jinên Kurd ya Rûsyayê ve li Meclisa Civakî ya li paytext Moskowayê hatiye vekirine.

Pêşangeha ku berhemên wênekêş û wênesazên Kurdistanî têde cih girt, li Meclîsa Civakî ya ku nûnertiya hemû civakên Rûsyayê dike, hat vekirin.

Di pêşangeha ku wê 14 rojan berdewam bike de, ji bilî wêne û tabloyan, cil û berg û alavên malê yên çanda Kurdî jî hatin pêşandan.

Di vekirina pêşangehê de gelek rewşenbîr, hunermend û dostên Kurdan amade bûn.

Di vekirina pêşangehê de Seroka Komîsyona Ahenga Têkiliyên Neteweyî û Olî ya Meclîsa Civakî ya Federasyona Rûsyayê Zorîn Vladîmîr Yurîevîç axivî û diyar kir ku çalakiyên bi vî rengî ahenga di navbera gelan de xurtir dike. Zorîn Vladîmîr spasiya saziyên ku temsîla Kurdan dike, kir û daxwaza domandina çalakiyên bi vî rengî kir.

Piştre Nûnerê Rûsyayê yê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêşad Bênav ku mafê axaftinê girt, diyar kir ku zimanê wekhevî, azadî û jiyana hevbeş di çandê re derbas dibe û ji ber vê yekê ew dixwazin çanda Rojavayê Kurdistanê li Rûsyayê bidin naskirin.

Rêşad Bênav anî ziman ku ew hewl didin pirekê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Rûsyayê de çêbikin û got, di vê çarçoveyê de çalakiyên bi vî rengî li dar dixin.

Paşê Hevseroka Berdevka Tevgera Jinên Rûsyayê Culiyeta Aram mafê axaftinê girt. Culiyeta Aram got, “Têkiliya bi mîrateya çandî re û şopandina bedewiyên wê mirov nikare bi hêsanî hestên wê bîne ziman. Ev hest hemû sînoran ji holê radike û mirovan nêzî hev dike. Çalakiyên bi vî rengî jî dihêle ku mirov bi çavên gelên cuda li cîhanê binêre.”

Di çalakiyê de Hevserokê Otonomiya Netewî-Çandî ya Kurd ya Federasyona Rûsyayê Farxat Patiyev, Nûnerê PYD’ê yê Rûsyayê Abduselam Muhammed Alî, Hevserokê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd yên Navneteweyî Arif Azmanî, Derhênerê Şanoya Kurdî Şalîko Bêkes, Muzîkjenê Kurd Kerem Gerdenzerî û gelek mêvanan, li ser girîngiya nasandina çanda Kurdî bi taybetî li Rûsyayê û gelek cihên cuda yên cîhanê axaftin kirin.

Pêşangeh bi stranên hunermendên Kurd Sarê Hacîyeva û Mîrzaa Mamdeov bi dawî bû.