‘Divê li dijî dagirkeriya çandî, sînemaya Kurdî were bihêzkirin’

SILÊMAN OSMAN/ROJNEWS

Hunermendên Herêma Germiyanê weşandina rêzefilmên Tirkî rexnekirin û gotin; “Rêzefilmên Tirkî hewl didin Kurdan xirab bidin nîşandan û Kurdan weke terorîst pênase dikin. Başe çawa dibe rêzefilmek wiha di televziyonên Kurdî de werin weşandin? Dijî vê êrişê divê sînemaya Kurdî were bihêzkirin.”

Derbarê êrişên dijî çand û hunera Kurdî, şerê taybet û dagirkeriya dewleta Tirk ya bi rêya rêzefilmênTirkî, hunermendên Herêma Germiyan ji ajansa me re axivîn.

Mamostaya beşa Hunerê Dinya Ehmed derbarê bandora huner û rêzefilmên Tirkî ya li ser civakê de got; “Weşandina rêzefilmên Tirkî ji bilî ziyana li hunera Kudî, bi hunera Kurdî re jî hev nagre. Divê çanda ku bi civaka Kurdan re guncaw were nîşandan û ji bo wekheviya jin û zilam kar bê kirin. Rêzefilmên Tirkî bandorê li ser zarokan jî dike, li ser fikirê zarokan bandorê çêdike û wana ber bi çandek nerênî ve dibe.”

Dinya got ku pêwîste dijî rêzefilmên Tirk hunera Kurdî were bihêzkirin û axaftina xwe wiha dawî kir; “Huner girînge û nasnameya civakê ye. Bi rêya hunerê em dikarin girîngiyê bidin dîroka xwe.”

Hunermend Huner Hesen jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û got; “Rêzefilmên Tirkî ku bi Kurdî tên wergerandin, bi çanda Kurdî re ne guncave. Gelek caran min pêşniyarkir, pereyê ku ji bo wergera rêzefilmên Tirkî tê xerckirin, bila ji bo rêzefilmên Kurdî were xerckirin û wê hîn tiştek baştir derbikeve holê.”

Huner Hesen dibêje; “Bi weşandina rêzefilmên Tirkî hewl didin Kurdan xirab nîşan bidin, di rêzefilmên Tirkî de Kurdan weke terorîst binav dikin. Başe çawa dibe ku tiştek Kurdan weke terorîst pênase bike û em jî biweşînin? Ev xeletiyek mezine. Eger hikumet alikariya hunermendan bike, dikarin karek hunerî yê baş bikîn û sudek mezin bigihîne civaka me bi xwe.”