Pisporê Aborî: Di kabîneya 9’an de ji 53 mehan tenê mûçeyê 33 mehan hatiye dayîn

NAVENDA NÛÇEYAN

Pisporê Aborî Gulale Sedîq ragihand ku di kabîneya 9’an de bi giştî ji 53 mehan tenê mûçeyê 33 mehan hatiye dayîn ku 7 ji wan jî ne temam bû.

Pisporê Aborî Gulale Sedîq ragihand ku di kabîneya 9’an de bi giştî ji 53 mehan ango ji 53 mûçeyan tenê 33 mûçe hatiye dayîn ku ew jî ne temam hatine dayîn.

Her wiha ragihand ku ji 53 mûçeyan 7 mûçe bi temamî nehatine dayîn, ew jî mûçeyên mehên 4, 5, 6, 7, 8, 11, 12 yên sala 2020’an e û 10 mûçeyê mehên 2, 3, 9, 10 yên sala 2020 û mehên 1, 2, 3, 4, 5, 6 yên sala 2021’an jê hatî xistin hatine dayîn.

Gulale Sedîq her wiha destnîşan kir ku di heman vê kabîneyê de 3 mehan mûçe paş ketiye û di dema xwe de nehatiye dayîn ku ew jî mehên 10, 11 û 12 yên 2023’an e.

Hêjayî gotinê ye ku di 15’ê Sibatê ya sala 2022’an de Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryar da ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê nedestûrî ye û girêbestên wan li gel kompaniyên navdewletî neqanûnî ye. Ji ber vê jî êdî hikûmeta Herêmê nekariye mûçeyê mûçexwerên Herêmê belav bike.

(fk)