BINAR HIDAYET
Di dîroka hikûmeta Herêma Kurdistanê de, piştî 9 kabîneyan, pirsgirêka elektirîkê çareser nebûye û hemû berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê û di serî de Mesrûr Barzanî, çok li ber pirsgirêka elektrîkê dane û ti kabîneyê nekariye çareser bikin.
Yek ji pirsgirêka mezin a Herêma Kurdistanê û mafê gel yê sereke elektrîke. Bi wateyekê temenê pirsgirêka elektrîkê qasî temenê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û her ku diçe xirabtir dibe. Sedema vê jî girêdayî nebûna siyaseta enerjiyê, bêplanî û xirapiya desthilata hikûmeta Herêmê dikin.
Di dîroka desthilatdariya Başûrê Kurdistanê de, ji karanîna ‘elektrîka’ netewî herî zêde nan û pîvaz hatiye xwarin û di piraniya bûyerên siyasî, aborî û heta civakî de behsa çareserkirina pirsgirêka elektrîkê hatiye kirin û tê kirin. Bi taybet di dema kampanya hilbijartinan de. Lê piştî 32 salan jî hîna li hinek gundan elektrîk tune ye. Her wiha li navenda bajar û bajarokan jî saetên dabînkirina elektrîkê ji 10 saetan kêmtir e.
Nebûna sotemeniyê hinceta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku li gorî wê ji bo dabînkirina elektrîkê sotemeniyê pêwîst li ber dest nîne. Pirs ew e ku çima elektirîk ji bajarekî din yê Iraqê re tê dayîn û li Herêma Kurdistanê rojane 4 saet heye. Li gor daxuyaniya dawî ya Wezîrê Elektrîkê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, diviyabû heta dawiya meha borî pirsgirêka elektrîkê bihata çareserkirin. Lê çar roj li ser gotina Wezîrê Elektrîkê yê hikûeta Herêmê re diçe û qeyrana elektrîkê gihiştiye asta herî xirab.
Vekirina kargeha enerjiyê ya Xebat pirsgirêka elektrîkê xirabtir kir
Di her hilbijartinekê ya encûmenên parêzgehan û parlamentoya Herêma Kurdistanê û Iraqê de dirûşmeya ‘Soz didin pirsgirêka elektrîkê çareser bikin’ tê dayîn. Di sala 2020’an de Mesrûr Barzanî li ber Parlamentoya Herêma Kurdistanê got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka Elektrîkê 300 milyon dolar vegerandien hikûmetê.” Lê li gorî vegerandinê û vekirina kargeha enerjiyê ya Xebat rewşa elektrîkê ber bi xirabûnê ve çû. Niha li Hewlêrê rojane tenê 4 saetan elektrîka neteweyî ji bo welatiyan tê dayîn.
Kabîneya Mesrûr Barzanî têkçûnek din jiyan dike
Mesrûr Barzanî û kabîneya wî li beramberî kabîneyên din ên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî sektorên din, li ber proseya nûjenkirina elektrîkê û çareserkirina pirsgirêkên elektrîkê çok daniye û nekariye kêmtirîn mafên bingehîn ên welatiyên Herêma Kurdistanê dabîn bike.
Saetên elektrîkê li parêzgehên Herêma Kurdistanê
Niha li seranserê Herêma Kurdistanê giştî saetên elektrîkê kêm bûye. Jiyana welatiyan zehmet bûye û nikarin karên xwe bikin. Niha rojane li parêzgeha Hewlêrê 4 saetan, li parêzgeha Silêmaniyê 6 saetan, li parêzgeha Helebceyê 5 saetan û li parêzgeha Dihokê 6-7 saetan elektrîka neteweyî heye. Vê yekê jî wiha kiriye ku erkê jeneratorên taybet ji wefadariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir bike û xema welatiyan xistiye ser milê wan. Tevî ku bi pere elektrîkê didin welatiyan, lê ger em danberheveke rast di navbera jeneratorên taybet û kabîneya Mesrûr Barzanî de bikin, ev yek derdikeve holê; Jeneratorên taybet pereyan ji we distînin û elektrîkê ji bo we dabîn dikin, kabîneya Mesrûr Barzanî pereyan ji we distîne û elektrîkê vedigerîne û dide parêzgehek din a Iraqê.
(fk)