1. Konferansa Navneteweyî ya Jinan li Silêmaniyê dê were lidarxistin

NAVENDA NÛÇEYAN

Koleja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê bi hemahengiya li gel Zanîngeha Cîhan yekemîn konferansa navneteweyî ya jinan bi sernavê ‘Di neynika civak û dîrokê de jin’ dê li darbixe.

Bi hemahengiya Koleja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê û Zanîngeha Cîhanê, sibe wê yekemîn Konferansa Navneteweyî ya Jinan bi sernavê ‘Di neynika civak û dîrokê de jin’ dê were lidarxistin û wê du rojan berdewam bike.

Konferans ji bo akademîkirina pirsgirêkên jinan û ronîkirina rola esas ya jina Kurd dê were lidarxistin ku lêkolîner û akademîsyen wê bi lêkolînên xwe beşdarî konferansê bibin.

Zanîngeha Silêmaniyê di çarçoveya ‘Zanîngeh di vekolan xizmeta ji bo civakê deye’ de, hewl dide pirsgirêka jinan bike mijarek zanistî û akademîk. Ev konferans jî gavek berbi vê armancê veye ku tê de hewl tê dayîn bersiv û çareseriyên zanistî yên pirsgirêka jinê werin pêşkêşkirin û nîqaşkirin.

(fk)