Li Silêmaniyê Festîvala Helbestan hate lidarxistin

SILÊMANÎ

Bi pêşengtiya helbestvana Kurd Yade Berzencî û bi beşdariya 24 helbestvanên Kurd û Ereb yekemîn Festîvala Helbesta Pîremêrd hate lidarxistin û beşdarvanan diyarkirin ku ev festîval pêkvejiyana gelan xurtir dike.

Li Hola Mamosta Îbrahîm Ehmed a li Silêmaniyê, bi pêşengtiya Helbestvana Kurd Yade Berzancî, yekemîn Festîvala Helbesta Pîremêrd hate lidarxistin.

Helbestvana Kurd Yade Berzencî di derbarê festîvalê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Festîval wê rojek berdewam bike, lê di çarçoveya Festîvalê de mêhvanên Festîvalê wê li cihên dîrokî û geştyariyê werin gerandin. Ji navçeyên başûrê Iraqê 8 helbestvanên Ereb, ji bajarokê Xaneqînê 6 helbestvan, her wiha 10 helbestvan jî ji Herêma Kurdistanê beşdarî Festîvalê bûne.”

Helbestvan Meşel Beyatî ku ji parêzgeha Selahedîn beşdarî festîvalê bûye wiha axivî: “Hêvîdarim ev festîval bi serkeftî encam bibe. Festîvalên wiha pêkvejiyana navbera hemû neteweyên li Iraqê jiyan dikin weke Kurd, Ereb û Tirkmenan de zêde dike. Festîvalên bi vî rengî destpêkê pêkvejiyana civakî, piştre wêjeyî, çandî û hunerî xurtir dikin.”

‘Ev yek ji bo hev nasîna helbestvanên başûrê Iraqê û Herêma Kurdistanê, derfetek başe’

Helbestvana Kurd Gulale Pênciwênî derbarê Festîvalê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha pê de çû: “Ev yek ji bo hev nasîna helbestvanên başûrê Iraqê û Herêma Kurdistanê, derfetek başe ku bi boneya vê yekê fêrî helbestên her du netewan dibin.”

(fk)