Cotyarên Şarezûr tenê mane û hikumet ti piştgiriyê nade

HERÊM QADIR

Tevî weke pêwîst hê jî baran nebariye, cotyarên li Deşta Şarezûr dest bi çandina tovê ce û genim kirine. Cotyar bi tenê ne û hikumet ti piştgiriyek nade cotyaran.

Deşta Şarezûr yek ji deştên herî bi berhem ên Kurdistanê ye, bi qasî 500 hezar donum zevî çandinî têde tê kirin. Salane nêzî 140 hezar ton genim li Deşta Şarezur tê hilberîn.

Ji niha de cotyarên Deşta Şarezûr dest bi çandina ce û genim kirine. Lê hikumet ti girîngî û piştgiriyek nade cotyaran. Dema berhemên wan çêdibin jî hikumet ji wan wernagire û bi nirxek erzan difiroşin. Cotyarên Şarezur derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn.

Cotyarê bi navê Umer Hisên da zanîn ku tevî hîn jî baranek baş nebariye, wana dest bi çandina ce û genim kirine. Hisên got ku hikumet ti piştigiriyek nade wan û got; “Tevî zeviyên me ji bo hemû berheman guncave, lê hikumet piştgiriyê nade. Ji ber ku hikumet ti piştevaniyê nake, genimê me jî dibe pirsgirêk. Hinek cotyaran ji ber giraniya nirxê genim û dermanan, zeviyên xwe firotine. Sala borî di zeviyê min de 60 ton genim hate hilberîn, lê tenê hikumetê 7 ton genim ji min wergirt. Ya din jî bi nîv biha min firot bazirganên Iraqê.”

Cotyarê bi navê Umer Mihemed jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ser ziman û got; “Ev 30 salin ez vî karî dikim, niha dema çandina genime, lê wek pêwîst baran ne bariye. Pirsgirêka herî mezin ya cotyaran ewe ku hemû mesref ji kîsê wane. Hikumet ti alîkariyek nade, min yek ton genim bi milyonek û nîv kiriye. Tenê tona genim min bi 800 hezarî kiriye. Em pişta xwe nadin hkumetê, em tenê li ber rehma xwedê û baranê ne.”

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed dibêje; “Ji ber ku hikumet divê mijarê de bêxeme, cotyar hertim ziyanê dibînin. Sala borî 61 ton genim hate hilberîn, lê hikumetê tenê ji min 9 ton genim wergirt. Ya mayî jî me bi erzanî firot.”