‘Sûdanî amadeye mûçeyê wezaretên Tenduristî û Perwerdeyê bişîne’

NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Serokê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê di hevdîtinekê de ji wan re ragihandiye ku eger Herêma Kurdistanê ji wan re lîsteya karmendan bişînin, ewê rasterast mûçeyê her du wezaretên Tenduristî û Perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê dabîn bikin.

Cîgirê Serokê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Eta Ehmed di dîdarek ya Silêmaniyê de ragihand ku ew çend caran çûne Bexda û bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtin pêkanîne û got; “Sûdanî ji me re got, egerHerêma Kurdistanê lîsteyên karmendên Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Perwerdeyê bişînin, em weke hikûmeta Iraqê dikarîn rasterast mehane mûçeyê van her du wezaretan bidin.”

Herwiha eşkere kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî ku Iraq amadeye mûçeyê her du wezaretan bişîne jî lê heta niha lîste ji Bexda re neşandine û tu hewildanên şandinê jî nîne.

(wd)