Bafil Talebanî bi Sûdanî re hevdîtin pêk anî

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ragihand ku derbarê derbarê îstiqrara herêmê de bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtin pêk aniye.

Talebanî bi daxuyaniyekê ragihand ku di hevdîtinê de çareseriya pirsgirêkên herêmî, herwiha bi armanca parastina aramiya herêmê mijarên weke hevkarî û koordinasyona di navbera partiyên siyasî û aliyên siyasî de hatine gotûbêjkirin.

Herwiha di dewamê de Talebanî da zanîn ku şandeya Herêma Kurdistanê li Bexda di nava hewildanên lihevkirinê de ye û got; “Ji bo çareseriya pirsgirêkan jî ji bo hevkariyê destûra bingehîn faktoreke bingehîne.”

Bafil Talebanî diyar kir ku divê aramî û ewlekariya gel bibe armanca hikûmetê û her kes li ser vê bingehê hevkariyê bike.

Bafil Talebanî bal kişande ser wê yekê ku ew di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibin û got, “Mihemed Şiya Sûdanî herî dawî ragihandiye ku hikûmeta Iraqê di xema aramiya welatiyên li hemû bajarên Iraqê de ye û giringiyê dide başkirina xizmetgûzariyan.”

(wd)