Gerîla TV dîmenê alavên ku gerîlayan Metînayê desteserkirine weşand

NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîla TV dîmenê alavên leşkerî weşand ku li Metînayê di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed de desteser kirin.

Gerîla TV beşa dawî ya dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed weşand ku 26’ê Mijdara 2023’an ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve hate lidarxistin.

Di dîmen de gerîla amûrên leşkerî yên desteserkirine nîşan didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê beriya niha ragihandibû ku di encama operasyona şoreşgerî de 18 leşkerên Tirk hatine cezakirin û li ser amûrên leşkerî yên hatin desteserkirin ev agahî dabû: “Hêzên me li ser cenazeyên dagirkeran çekeke nîv otomatîk a BKC, bombeavêjek, 2 çekên ferdî MPT-55, 12 şarjorên çeka MPT-55, dedektorek, 2 durbînên çekan, telefoneke uyduya mezin, 2 telefon, durbuneke termalê, 2 powerbank, 4 baranparêz, 2 qapûte, yelekeke êrîşê, 5 çente, taximeke cilên leşkerî, kaskek, çenteyeke tenduristiyê, termosek, cotek lepik û 2 birek desteser kirin.”

Dîmenê duyemîn ê Operasyona Şoreşgerî ya dijî leşkerên Tirk hate weşandin

Dîmenên amadekariya Operasyona Şoreşgerî ya dijî leşkerên Tirk hate weşandin