Nima Nerîman: Azadî ji bo Silêman Ehmed

NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya kampanya ‘Em daxwaza demildest berdana rojnamevan Silêman Ehmed dikin’ de çalakvan û rexnegir Nima Nerîman daxwaza azadiya Silêman Ehmed kir ku ev 45 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

Ji Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 45 rojin agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.

Her ku diçe bang û daxwazên ji berdana rojnamevan Silêman Ehmed zêde dibin. Divê çarçoveyê de çalakvan û rexnegir Nima Nerîman peyamek bi dîmen parve kir û daxwaza azadiya Silêman Ehmed kir.

Nima Nerîman di peyama xwe de dibêje; “Azadî ji bo rojnamevan Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên Kurdistanê.”

(kş)