Jinên Koye: Sedemê tûndiya li dijî jinan, perwerde û cûdakariya zayendî ye

KOYE

Jinên Koye diyarkirin ku tûndiya li beramberî jinan tê kirin, peywendiya xwe bi perwerdekirin û cûdakariya di navbera zarokên kur û keç de tê kirin ve heye. Jinan gotin, tûndiya fîzîkî û kuştinên jinan kêmtir bûye, lê gilîkirina li dijî tûndiyê zêdetir bûye û ev jî tiştek başe ku welatî ji bo çareserkirina pirsgirêkan serî li dadgeh û yasayê didin.

Jinên navçeya Koye di derbarê sedemên cûdakariya zayendî û tûndiya ku li dijî jinan tê meşandin ji ajansa me re axivîn.

Endama Desteya Damezrêner a Rêxistina Oskar Nîgar Mihemed da zanîn ku tûndiya li beramberî jinan tê kirin peywendiya xwe bi perwerdekirin û cûdakariya di navbera zarokên kur û keç de tê kirin ve heye û got: “Armanca me ewe ku cûdakariya zayendî ya ku heye, nemîne. Ji berku jin nîva civakê pêktîne û dayîka nîva din a civakê ye jî. Hemû hewldanên me ji bo wê yekê ne ku ti roj û ti demê tûndûtijî li beramberî jinan pêkneyê.”

Seroka Rêxistina Oskar Ronak Selahedîn jî li ser kar û çalakiyên rêxistina Oskar axivî û got: “Em li dijî hemû tûndutijiyek li dijî jinan û malbatê tê kirin in. Her wiha em alîkariya wan jinên bûne mexdûrê tûndiyê, bi taybetî jî tûndiya derûnî dikîn. Wek hemû rêxistinên din ên jinan tevlî çalakiyên li dijî tûndiya li dijî jinan dibîn.”

Parêzer û çalakvan Evîn Cibraîl jî balkişand li ser rêbazên ku jin li beramberî tûndiyê bicih bînin kir û got: “Pêwîste asta rewşenbîrî ya civakê û şarezabûna wan a li ser yasayê bê bilindkirin. Ji berku bi rêya yasayan jin dikarin mafên xwe bidest bixin. Tûndutijî ji kevin de heye, lê divê em hewla kêmkirin û sinordarkirina wê bidin. Wek parêzer em dikarin di dema ku jin rûbirûyê tûndî û pirsgirêkek tê piştgiriya jinan bikin. Daku bikarin bi rêya yasayê pirsgirêkên wan çareser bikin. Divê em civakê li beramberî tûndutijiyê şiyar bikin.”

Di dawiyê de jî Evîn Cibraîl destnîşan kir ku di encama hewldanên hişyarkirina civakê de, tûndiya fîzîkî û kuştinên jinan kêmtir bûye, lê gilîkirina li dijî tûndiyê zêdetir bûye. Evîn got: “Ev îşaretek hêvîbexşe ku welatî ji bo çareserkirina pirsgirêkan serî li dadgeh û yasayê didin.”

(kş)