Rojnamevan Enwer: Divê bi yekdengî daxwaza azadiya Silêman Ehmed bikin

HEWLÊR

Rojnamevan Hejar Enwer di derbarê revandina Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve ku 45 rojin ti agahî jê nayê girtin de diyar kir ku girtina Silêman Ehmed berevajiyê azadiya raman û mafê rojnamevanane û wiha got: “Divê rojnamevan û dezgehên ragihandinê bi yekdengî daxwaza azadkirina Silêman Ehmed bikin.”

Ji Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 45 rojin agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Rojnamevanê bajarê Hewlêrê Hejar Enwer di derbarê revandin û windakirina Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve ji Rojnews’ê re axivî.

Rojnamevan Hejar Enwer diyar kir ku her ku diçe rewşa rojnamevanan li Herêma Kurdistanê xirabtir dibe, ji ber ku her rojnamevanê ku ne li gorî dilê deshilata Herêma Kurdistanê tevger bike, tê girtin, ev nayê qebûlkirin.

Rojnamevan Hejar Enwer di dewama axafina xwe de qala girtina Silêman Ehmed kir û wiha pê de çû: “Girtina Silêman Ehmed berevajiyê azadiya ramane. Her wiha binpêkirina mafê rojnamevanane. Ji ber ku ev demek ku li Başûrê Kurdistanê nîştecihbibû. Metirsiyek mezin li ser rojnamevanên Herêma Kurdistanê heye. Desthilat û bi rêyên senaryo û tometên dixe ser rojnamevanan, wan digire. Divê rojnamevan, rêxistinên navxweyî û navneteweyî dijî van reftarên desthilatê helwest nîşan bidin.”

Di dawiyê de jî destnîşan kir ku proseya demokrasî û azadiya derbirînê li Herêma Kurdistanê ji aliyê desthilatdaran ve hatiye xirabkirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê rojnamevan û dezgehên ragihandinê bi yekdengî daxwaza azadkirina Silêman Ehmed bikin. Her wiha erkê hêzên emnî ye ku Rojnamevan Silêman Ehmed di zûtirîn dem de azad bike.”

(fk)