Êrişa Emerîkayê ya li ser Heşdî Şebî, pirsgirêk ji Sudanî re derxistiye

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî hêzên Emerîkayê li parêzgeha Kerkûkê 5 çekdarên Heşdî Şebî kuşt, pirsgirêk ji bo Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî derket.

Di heftiya borî de li parêzgeha Kerkûkê hêzên Emerîkayê çekdarên Heşdî Şebî bombebarankirin û encamê de 5 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin. Heman demê de Balyoza Emerîkayê ya li Iraqê ragihand ku hikûmeta Iraqê ji êrişê agahdar bû.

Li gorî raportên medya Iraqê, piştî daxuyaniya Balyoza Emerîkayê ya li Iraqê Elena Romansky, pirsgirêk ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re derketiye. Her wiha hate diyarkirin ku daxuyaniya hatî dayîn bûye sedema nakokiyan navbera Serokwezîrê Iraqê û Heşdî Şebî de.

(fk)