NAVENDA NÛÇEYAN
Li Bakurê Bexda hejmareke çekdarên nenas, kesayetê olî yê Şîe di wesayîta wî de gulebaran kirin û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên Iraqê, hinek çekdarên li ser motosîkletê li nêzîk pîreke ya bakurê Bexdayê, wesayîtek gulebaran kirin. Herwiha eşkere kir ku di wesayîtê de kesayetê olî yê ji mezheba Şîe hebû û di dema êrişê de demildest jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyên ku medyaya navxweyî ya Iraqê belav kirine, kesayetê olî yê Şîe ku serokê Hizba Daî El Rebanî Fazil Mersûmî di wesayîtê de bû di encama êrişê de jiyana xwe ji dest daye, herwiha yek ji hevkarên wî yên di wesayîtê de jî jiyana xwe ji dest daye û sê kesên din jî birîndar bûne.
Serokê Hizba El Damî El Rebanî 56 salî bû û weke kesekî olî yê Şîe yê navdar dihat naskirin. Êriş ji cihê bûyerê reviyan û şopa xwe winda kirine. Lê hêzên asayîşê çûne cihê bûyerê û ji bo diyarkirina çawaniya êrişê û girtina çekdarên êriş pêk anîne, lêkolîn û lêpirsîn vekirine.
(wd)