Balafirên F-16 yên Iraqê li sînorê Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hewayî yên Iraqê li Kerkûkê li dijî baregeha çeteyên DAIŞ’ê êrişek pêk anîn. Fermandariya Operasyonên Hevbeş ragihand, îro danê êvarê balafirên şer yên F-16 yên Iraqê êrişî kozikên DAIŞ’ê yên li Kerkûkê kirin.

Êriş ji aliyê Hêza Hewayî ya Iraqê ve, bi agahiyên rast yên Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî, bi hevkariya li gel şaneya armanc ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş pêk hat.

Hêzên ewlehiyê yên ku li her derê li çeteyên DAIŞ’ê digerin, ji bo parastina hemû deverên welat biryar dane ku li her deverekê çeteyên DAIŞ’ê ji holê rakin.

Di van demên dawî de hejmarek ji çeteyên DAIŞ’ê li Mexmûrê êrişî Heşdî Şeibî kirin û piştî şer û pevçûneke dijwar di navbera wan de, hemû çete hatin kuştin û komîteyek ji bo lêkolînkirina çawaniya derbazbûna wan li ser sînor hatiye avakirin. Gûman tê kirin ku ew amadekariya êrişên nû din dikin. Gundên parêzgeha Kerkûkê û çalakiyan dikin.

(wd)