Nexweşiyeke kujer di nav sewalan de belav bûye

KOYE-ROJNEWS

Belavbûna nexweşiyeke kujer di nav sewalên bajarokê Koyê de, bûye sedema mirarbûna gelek sewalan û metirsiyeke cidî li ser jiyana wan kesên ku goşt li bazarê dikirin û dixwin, çêkiriye û ziyaneke mezin gihandiye xwediyên sewalan.

Li navçeya Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve 4 bajarok, 150 gund hene hezar û 566 xwediyên sewalan lê hene û nêzîkî 145 hezar serên biçûk û mezin yên sewalên biçûk û mezin lê hene. Ev demeke gelek nexweşiyên kujer di nav sewalan de belav bûne û bûne sedema mirina bi dehan ajalan.

Omêd Zahir li gundê Askî yê Koyê sewalkare, derbarê nexweşiya vê dawiyê li nav sewalan peyda bûye ji ajansa me re axivî û got; “Zêdeyî mehekê ye nexweşiyek di nav sewalên min de bi taybetî pez heye. Di encamê de nêzî 10 mîhên min telef bûn. Sewalên ku bi nexweşiyê dikevin, eger em zû derman nekin, gelek lewaz (zeîf) dike. Mîhên ku berxên wan hene, şîrê wan kêm dibe û berxên wan têr nabin.”

Di dewamê de diyar kir ku ji bo kirîna derman wî zêdeyî du milyon dînar xerc kiriye û wiha pêde çû; “Ji bo teşhîskirin û dermankirina heywanan min sewalên xwe ji Koyê birin Silêmaniyê. Lê tiştek jê nezanîn, ev jî bûye sedema gelek pirsgirêk û ziyanan.”

Welatiyê binavê Zirar Ebdulkerîm jî sewalkarekê din yê deşa Koyê ye û têkildarî mijarê wiha got; “Nexweşî li pez û dewarên hinek sewalkaran peyda bûye. Lê belê ji ber ku sewalên me kêmin û bi piranî li malê ne, heta niha bi vê nexweşiyê neketine. Lê ez gelek sewalkaran nas dikim ku bi dehan sewalên xwe ji ber nexweşiyê winda kirine. Ger hikûmet derman û tedawiya pêwîst ji xwediyên sewalan re û dermanên pêwîst ji xwediyên ajalan re nede, dê ziyaneke mezin bigihîne wan. Îsal beytar ji bo sewalan tiştek nekiriye, ne derziye û ne jî derman nedane sewalkaran.”

Zirar Ebdulkerîm got; “Berê nêzî sêsed mîh û bizinên min hebûn. Lê ji ber nebûna alîkariya hikûmetê û bihabûna alifê sewalan, min gelek bizin firotine. Niha nêzîkî 50 bizinên min mane, eger wiha berdewam bike ezê wan jî bifiroşim.”

Nûçegihanê ajansa me serdana Rêveberiya Veterineriyê ya Koyê û Rêveberiya Çavkaniyên Sewalan kir, lê yek ji wan nexwest li ser mijarê baxive.

Li gorî agahiyên ku ketine destê ajansa me, hinek sewalkar  dema ku sewalên wan nexweş dibin bi bihayekî erzan sewalên xwe difiroşin qesaban. Qesab jî wan serjê dikin û li sûkê difiroşin.

Têkildarî mijarê nûçegihanê asajan me ji bo ku li ser mijarê baxive bi Serokê Komîteya Tenduristiyê ya Koyê re têkilî danî. Tevî ku ew berpirsê goştê bi tendurist yê ji aliyê qesaban ve tê firotine jî, lê wî jî diyar kir ku ew naxwaze li ser vê mijarê baxive.

Ji bo bêhtir agahî li ser sedema nexweşiyên sewalan û gelo goştê ajalên bi nexweşiyê dikevin saxleme û ji bo xwarinê guncawe yan na, ajansa me serdana doktorê beytar Şaho Fethullah kir. Di vê derbarê de wiha got; “Çend nexweşiyên kujer niha di nav sewalan de belav dibin. Wek nexweşiya zimanê şîn, nexweşiya lerzînê û gelek nexweşiyên din ku xeternakin û sewalan dikujin, an jî sewalên ku bi her nexweşiyekê ketine pir qels dibin. Vê yekê xusareke mezin ya aborî daye sewalkaran.”

Doktorê veteriner Şaho Fethullah di dawiyê de diyar kir ku ji bilî nexweşiyê, ev sewalkarane heywan dikarin vîrusa enfeksiyonê jî hilgirin û got; “Her wiha gelek derman jî didin sewalan ku goşt nebaş û ne bi tendurist dikin. Ji ber vê yekê divê xwediyên sewalan serjê nekin û bi mirovan nedin xwarin.”

Doktor di dawiyê de sedemê nexweşketina sewalan bi van gotinan eşkere dike; “Sedema van nexweşiyan ji ber awayê xwarin û mezinkirina sewalan û ne aşîkirina wane. Herwiha li Herêma Kurdistanê kalîteya kontrolê di asteke nizim de ye. Sewalên hawirdekirî (îthalkirî) nexweşin û vîrusên enfeksiyonê hildigirin. Sedema belavbûna nexweşiyê jî piranî eve.”

(wd)