Fermandara YJŞ’ê: Dijwar Feqîr fermandar, pêşeng û mamostayê me bû

VEJÎN OCALAN-ROJNEWS

Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Viyan Hebabî; “Hevalê Dijwar xwest ji bo vê civakê tiştekê bike, her kesê dizanî di vê rê de şehadet heye. Asta şehadetê di nava me de pîroze. Kesên xiyanet li gelê xwe dikin tu caran cihê wan di nava civaka me de nîne. Kesên wisa ji çand û exlaqê Êzdatiyê dûrin. Bi her şehadetekî re em lewaz nabin û em gav paşve de navêjîn. Berovajî vê em soza xwe dubare dikin û soza pêkanîna xeyalên wan didin. Wê tola wan soza me ya her timî be.”

Di salavegera duyemîn ya şehadeta fermandarê YBŞ’ê û Hevserokê Desteya Rêveber Merwan Bedel de, Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Viyan Hebabî qala rol û mîsyona Merwan Bedel di nava têkoşînê de, hem di aliyê leşkerî, hem jî di aliyê civakî de ji ajansa me re kir.

‘Di Oxira Êzidiyatîyê de, Me Gelek Bedêlên Giranbiha Dane’

Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Viyan Hebabî destpêkê di şexsê hevrê, fermadar û pêşengê civaka Êzidî Dijwar Feqîr de hemû şehîdên Êzidxan, qehraman û pêşengên gelê xwe de, hemû şehîdên şoreşê bibîr anî û wiha got; “Dema mirov li dîroka civake Êzidî dinêrê, di oxira Êzidiyatîyê de, di oxra bîr û baweriye xwe de me gelek bedêlên giranbiha dane. Divê rêyê de me gelek şehîd dane. Qehremanên mezin derketine.Berxwedaniyên bêhempa derketine û heta roje me ya îro di şexsê civake me ya Êzidî de berdewame. Di şexsê Dijwar, Çeko, Zerdeşt, Seîd, Mam Zekî’yan de û bi dehan qehramanên vî gelî ji 2014’an ve heya niha hatine şehîdkirin. Bi pêşengtiya civaka xwe ev bar dane ser milên xwe. Di rêya têkoşînê de bêyî dudilî, bêyî teredut meşîn. Wekî civaka Êzidî em her tim dibêjin em xwedî dîrokekî bi vî rengî ne. Dîroka me bi qehremanî û berxwedaniyê tijî ye. Li kêleka vê jî ferman û êş jî tijî ne. Her tim li hemberî van fermanan, li hemberî van êşan rabûne. Xwestin civaka Êzidî bi gihije astekî ku serfiraz bijîn. Kesên wekî hevalê Dijwar ji nav civaka Êzidî derketine, canê xwe feda kirine. Bi xwîna van şehîdan em dikarîn bêjin ku civaka Êzidî gihiştine astekî gelekî hêja jî. Astekî bêhempa ku îro civaka Êzidî pêşeng û rêvebirên wan hemû jî ji wanin. Îrade û biryarên wan di destên wan de ne. Ev bi keda hevalên wekî hevalê Dijwar û qehremanên vê civakê bûn.”

‘Wî dizanî di vê rê de şehadet heye’

Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî qala teybetmendiyên rêhevalê xwe kir û wiha berdewam kir: “Hevalê Dijwar xwest ji bo vê civakê tiştekê bike, her kesê dizanî di vê rê de şehadet heye. Asta şehadetê di nava me de muqedese, pîroze, asta herî bilinde. Dibêjin ya ku herî şêrîn ruh û cane. Lê van hevrêyan di vê oxirê de ruhê xwe, canê xwe feda kirin. Dema tu li hevalê Dijwar mêze dikî, rastî jî hem fermandar, pêşeng, mamosta û hem jî şîretkarê me bû. Ji civaka xwe re, ji hevalê xwe re, ji zarokan ta mezinan bigire, seknek û hêzkirinek di te de, dida hîskirin. Dema heval Dijwar li be te be wekî hêzekî li kêlake te bu. Heval Dijwar di nav civake xwe de dihat heskirin di nav hevalên xwe yên tekoşînê de jî heskirnekî ewqas mezin hebû ku herkes li hember heval Dijwar bi rêz bû. gotinên heval Dijwar li her derê de derbas dar bû. Ev ji çi tê ji duristiya hevalê Dijwar tê. Her digot doza me dozekî girane. di vê oxirê de ger pêwîst bike emê ruhê xwe jî bidin. Eger têrê nekir emê zarokê xwe jî ser bidin. Hevalê Dijwar vê bi xwe nav dike û bi rastî jî, ruhê xwe di vê oxirê de da.

‘Tolhildana şehîdan wê her tim soza me be’

Fermandara YJŞ’ê di dawiya axaftina xwe de xwe de qala kesên ku hevkarî bi dijmin re dikir, kir û got: Hevalê Dijwar bi vî rengî rojekê gav peş de ne avêt. Yanî rojekê ji tekoşînê sar bibe, aciz bibê, tiştekî bi vî rengî dernaket. Her hevalekî me şehîd dikeve, ji me re girane, şehadate hevalê Dijwar bi vî rengî bû. Kesayetên wekî hevalê Dijwar di asta pêşngetiyê de û di nava YBŞ’ê de xwe berpirsiyar bû. Hevalê Dijwar fermandarê me bû rêhevalê me bû. Piştî şehadeta Mam Zekî, Zerdeşt, Seîd Hesen yê ku pêşengatî ji vê civakê re kirî hevalê Dijwar bû. Ji bo civake me, tişta herî bi êş ewe ku xortên civaka Êzidî di nava xiyanetê de cihê xwe digirin. Şehadeta heval Dijwar jî bi destê Êzidiyên xwefiroş hat kirin, ji bo wan çi we re gotin jî, pir kême. Care yekeme ku di nava civake Êzidî de xiyanet gihiştiye vê astê. Ne ku dibêjim civak hemû wisa ne. Lê ev kesên destê wan di nav şehadete hevalê Dijwar de ne. Şerê taybet ser xortên me didin meşandin û ya herî bi êş jî eve. Kesên xiyanet li gelê xwe dikin tu caran cihê wan di nava civaka me de nîne. Kesên wisa ji çand û exlaqê Êzdatiyê dûrin. Bi her şehadetekî re em lewaz nabin û em gav paşve de navêjîn. Berovajî vê em soza xwe dubare dikin û soza pêkanîna xeyalên wan didin. Wê tola wan soza me ya her timî be.”