Êrişî balyozxaneya Emerîka ya li Bexdayê hate kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Danê siharê êrişî balyozxaneya Emerîka ya li Bexdayê hate kirin, êriş bi rêya muşekan pêkhat.

Êrişên li Iraq û Suriyeyê li ser baregehên Emerîkayê bê navber dewam dikin. Li gorî medya Iraqê danê siharê bi rêya muşekan êrişî balyozxaneya Emerîka ya li Herêma Kesk ya Bexdayê hatiye kirin.

Heman çavkaniyê ragihand ku li derdora balyozxaneyê dengê teqînan hatiye bihîstin.

Medya Iraqê ragihand ku mûşek derdora balyozaneyê ketine, heya niha jî ti aliyek berpirsyartiya êrişê negirtiye ser xwe.