ŞAYÎ ARAM
Ji ber nebûna hişyariya jinan a li beramberî mafên wan û yasayên ku mafên wan di parêze, Parêzer Elya Hisênî pirtûkek bi navê ‘Hiquqeha’ (Mafên jinan) nivîsand û çap kir. Di pirtûkê de jin û xelkê Iraqê bigiştî dikarin şarezayê yasayên ku mafên jinan mîsoger dikin, bibin.
Bi qasî giringiya danîna yasayan, ewqas giringe ku civak jî li beramberî yasayên heyî hişyar û şareza be. Ji berku yasa parastin û mafên welatiyan mîsoger dike. Divê welatî jî bi qasî pêwîst li beramberî yasayên heyî hişyar û şareza bin. Bizanin wê yasa çawan mafên wan biparêze. Lê civaka Iraqê bi giştî hişyariyek wan a wisan li beramberî yasayan nine. Tenê kesên rewşenbîr, parêzer û dadwer zanyariyên wan li ser yasayan hene. Vê rewşê jî parêzera jin Eliye Hisênî teşwîq kir ku ji bo hişyarkirina jinan a li beramberî yasayê û mafên wan pirtûka bi navê ‘Hiquqeha’ (mafên jinan) binivîse û çap bike.
Parêzer û Çalakvana Mafên Jinan Elya Hisênî zêdetirî 12 salin parêzere, pirtûka bi navê ‘Hiquqeha’ nivîsandiye û çap kiriye.
Parêzer Elya Hisênî di hevpeyvînek taybet de ku ji du beşan pêk tê, li ser sedemê nivîsandina vê pirtûkê û rewşa jinên Iraqê bersiva pirsên Rojnews’ê da.
Çima we pêwîst dît ku hun pirtûkek li ser yasayên Iraqê û mafên jinan binivîsin?
Li gor ezmûna min a li dadgehan de heyî û dozên ku pêre eleqedar bûme, min hest kir ku valahiyek di hişyariya jinan a li beramberî yasayan û mafên wan de heye. Ji bo mînak, jinek hat cem min xwediyê dîplomayek bilind bû, lê nedizanî ku di dema ji hev cûdabûnê de ger zilam daxwaza cûdabûnê kiribe yasa hevjîn neçar dike ku hinek mafên heyî bide jinê.
Naveroka pirtûkê li ser çiye?
Pirtûk ji heşt beşan pêktê, di beşa yekem de min behsa rewşenbîrî û siyasetê kiriye ji bo mînak kengî yekem car peyva ‘jin’ di destura Iraqê de hatiye nivîsandin. Du desturên me hene, lê yekem car di destura sala 2005’an de navê jinê hatiye. Her wiha min hinek zanyariyên li ser destkeft û mafên siyasî yên jinan ên li Iraqê behs kiriye.
Di beşa duyem de min behsa mafên medenî yên jinan kiriye, wek mafên mîratgirî, mafê xwendin û karkirinê bêy ferq û cudahî. Mafên xwedîkirin, mafên civakî û malbatî yên herî giring bûn ku vê pirtûkê binivîsim, li ser vê yekê jî min di beşa sêyem de behs kiriye. Di beşa çarem de min îşaret bi mafên jinan ên di dema ji hevserê xwe cûda dibe de kiriye. Di beşa pêncem de min behsa mafên jinan ên piştî ji hev cûdabûnê kiriye. Di beşa şeşem de min behsa mafên xwedîkirina zarok kiriye. Di beşa heftem de min behsa hin binpêkirin û tûdûtijiyên di yasaya Iraqê de li beramberî jinan hatine kirin, kirye. Di beşa heştem de jî min hinek rêyên çareseriyê ji bo bidawî anîna tûndiya ku di yasayê de li beramberî jinan tê kirin pêşniyar kiriye.
Kîjan yasane ku mafên jinan binpê dikin?
Hinek ji yasayên ku mafên jinan binpê dikin, yên wek yasaya rewşa kesî, yasaya ceza ya Iraqê ku di yasayê de kes ji bo tûndiya li dijî jinan tê teşwîqkirin. Wekî din madeya 413 ku li ser ‘kuştina ji bo paqijkirina namusê’ ye. Di madeya 380’yan de tê gotin eger mêr jina xwe teşwîq bike ku bi mêrekî din re têkeve têkiliyê û ev têkilî çêbibe, mêr bi cezayê girtîgehê tê cezakirin, lê diviya bû tenê teşwîqkirina kiryarê biba sûc û ew mêr bihata cezakirin. Ev bi xwe tûndutijiyeke li beramberî jinan tê kirin.
Yek ji tûndiyên din ên li beramberî jinan tê kirin, hevjîniya di navbera jina ku bûye mexdûrê tawanê destdirêjiya zayendî û kesê ku ew tawan pêkaniye de ye. Li gor heman yasayê ger tawanbar li gel jina bûye mexdûrê destdirêjiya zayendî bizewice, cezayê wan tê sekinandin. Eger zewaca wan du salan berdewam bike doza wan bi temamî tê girtin. Bi vê yasayê jin du carî dibe qurbanî û tûndutijî li beramber tê kirin.
Jin çawan dikarin li beramberî yasayan hişyarbin dakû bikarin ji bo bidestxistina mafên xwe bikarbînin?
Divê jin vê yekê baş bizanin ku ew dikarin bi rêya yasa û dadgehan mafên xwe bidest bixin. Lê divê di destpêkê de şarezabûna wan li ser yasay û encamên wê hebe. Min ev pirtûk nivîsandiye daku hemû kes bikare bi awayek asan jê fambike û bizane yasa çawan kar dike. Ev pirtûk ji bo jinan wek ansîklopediyeke, dikarin bixwînin, şarezayê yasayan, binpêkirinên maf û tûndiya li beramberî wan tên kirin bin. Dema jin şarezayê yasayê bin wê bikarin mafên xwe bidest bixin.”
(kş)