Rewşa mûçeyê karmendên Herêmê di nava nakokiyên Herêm û Bexdayê de çawa ye?

NAVENDA NÛÇEYAN

Sala 2023 dawî dibe û dikevin sala 2024’an û mûçexwerên Herêma Kurdistanê di nava rewşek xirab re derbaz dibin, her du mehan mûçeyê wan tê dayîn û gelek mûçe jî kurtkirî hatine dayîn. Her du hikûmetên Herêmê û Bexdayê bi hinceta pirsgirêkên cuda cuda, di nedayîna mûçeyên karmend û mûçexweran de hev du tometbar dikin.

Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û nakokiyên navbera Herêm û Bexdayê de bûye sedema qewtandina gelek mûçeyên karmendên Herêmê û gelek mûçeyên hatîn dayîn jî bi ser birînê dane karmendan. Çarenûsa mûçeyê 3 mehên sala 2023’an yê karmendên Herêma Kurdistanê nediyare.

Hejmara karmendan û dahata mûçeyan

Yek ji pirsgirêka berdewam a di navbera Herêm û Bexdayê de hejmara rast ya karmendên Herêmê ye ku her yek qala hejmarek cuda dike. Ev yek jî bûye yek ji astengên herî mezin ên li pêşiya lihevkirina dawî û bingehîn ya di navbera her du hikûmetan de. Ji ber ku hikûmeta Iraqê ji hejmara ku tê pêşkirin bawer nake û ger bike jî ne amadeye ku mûçeyê wan hemû karmendan dabîn bike.

Hejmara karmend û mûçexwerên Herêmê heta niha ne diyare, lê li gorî hinek caran berpirsên Wezareta Darayî qala wê dike niha hejmara karmend û muçexwerên Herêmê nêzîkî milyonek û 251 hezar û 450 kesin ku mehane ji hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçe werdigirin.

Li gorî Wezareta Darayî mûçeyê karmend û mûçexwerên Herêma Kurdistanê mehane 913 milyar dînare. Vê yekê jî di rapora Tîma Hevbeş ya Dîwana Çavdêriyê ya Darayî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de hate bi cih kirin û pejirandin. Ango pêwîstiya hikûmeta Herêma Kurdistanê salane ji bo mûçeyê mûçexweran bi 10 trilyon û 956 milyar dînaran heye.

Bi gotina Wezareta Darayî kurtkirina mûçeyan di salekê de nêzîkî 5 trilyon dînare ku nêzîkî mûçeyê 6 mehan yê karmend û mûçexwerên Herêmê ye.

Mafê darayî yê Herêmê yê li Bexdayê

Para Herêma Kurdistanê ya ji yasaya budceya sala 2023’an ya Iraqê nêzîkî 16 trilyon û 498 milyar dînare. Lê li gorî pîvana ‘xerciyên rastî’, para hikûmeta Iraqê ku ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin, nêzîkî 6 trîlyon û 300 milyar dînar e.

Li gorî rapora Wezareta Darayî di sala 2023’an de hikûmeta Iraqê tenê 4 trilyon û 298 milyar dînar ji bo Herêma Kurdistanê hinartiye ku ji vê hejmarê 3 trilyon û 700 milyar dînar wek deyn û 598 milyar dînar jî wek para Herêma Kurdisanê bû.

Yek ji pirsgirêkên mezin yê yasaya budceya 2023 ya Iraqê ‘xerca rastî’ bû ku li gorî wê bendê para Herêma Kurdistanê ya sala 2023’an mehane nêzîkî 500 milyar dînaran derbaz nake.

Di sala 2023’an de budceya giştî ya Iraqê hate pejirandin. Herêm û Bexda li ser hinartina para darayî ya Herêmê û radestkirina neftê bi rêya kompanyaya SOMO li hevkirin û hikûmeta Iraqê sê caran 700 milyar dînar ji bo Herêmê şand ku ji bo mûçeyê mûçexwerên Herêmê bû. Ew jî ji bo mehên 7-8-9 bûn, lê hemû mafên darayî wekî budceyê nehatin dayîn.

Di sala 2023’yan de tenê 9 mûçe hate belavkirin û mûçeyên meha Cotmeh, Mijdar û Kanunê nehatin belavkirin. Lê Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê duh bi daxuyaniyekê got; “10 mûçe bi awayek temam hatiye belavkirin.” Lê di rastî de ya ku Wezareta Darayî hesabkirî, mûçeyê Kanuna 2022’yane, ne ya Kanuna 2023’yane. Ji bo vê Wezareta Darayî mûçeyê Kanuna 2022’yan jî li ser sala 2023’yan hesabkiriye.

Di kabîneya nû de, ji meha Tîrmeha 2019’an heya 31.12.2023 pêwîst bû 53 mûçe hatiba belavkirin. Lê tenê 22 mûçe hatiye belavkirin. Ji van 33 mehane jî, mûçeyên 7 mehên 4, 5, 6, 7, 8, 11 û 12 yên sala 2020’an bi temamî nehatine belavkirin.

Herwiha ji mûçeyê 33 mehan, mûçeyên mehên 2, 3, 9 û 10 yên sala 2020’an, ji sedî 21’ê hatiye birîn. Herwiha mûçeyê mehên 1, 2, 3, 4, 5  û 6 yên sala 2021’yan jî bi temamî nehatine belavkirin. Yanî di kanîneya Mesrûr Barzanî de 10 tirilyon û 986 milyar dînar mûçe nehatiye belavkirin.

Di sala 2023’yan de jî mûçeyên meha 10, 11 û 12 nehatine belavkirin. Lê Wezareta Darayî dibêje 10 mûçe bi temamî hatiye belavkirin.

Li gorî Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê mûçeyê karmendên herêmê 913 milyar dînare, ger wiha be wê demê mûçeyê 3 mehên windabûyî, 2 tirilyon û 739 milyar dînare. Ji bo vê Hikumeta Herêmê dibêje, mûçeyê 3 mehan li gel Bexdayê maye, Bexda jî dibêje, li gel Herêmê ye. Ji bo vê di nava Herêm û Bexdayê de niha mûçeyê 3 mehan yê karmendên Herêma Kurdistanê windaye.

Di kabîneya 9’em ya vê hikumetê de, ji 53 mehên borî, tenê mûçeyê 33 mehan bi temamî hatiye belavkirin. Mûçeyê 10 mehan jî kêm hatiye dayîn û yê 10 mehên din jî hîn nehatiye belavkirin yan jî hatiye paşxistin.

Paşxistina mûçe, di serdema kabîneya 8’an ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de, di nav salên 2015-2018’an de 5 mûçe bi temamî nehatin dayîn. Herwiha mûçeyê 23 mehan jî di wê demê ji sêyan yek hate dayîn û yê 11 mehan jî heya niha nehatiye dayîn.

Dahata navxweyî çende û çilê tê?

Yek ji pirsgirêka di navbera Herêm û Bexdayê de, dahata navxweyî ye. Heya niha jî kes vê dahatê nizane û kes nizane dahata mehane ya Herêma Kurdistanê çende.

Çavkaniyên dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê, ji gumrik, bac, ceyran, trafîkan pêktê. Lê dahata van çavkaniyan ji aliyê ti kesekê ve nayê zanîn. Beriya niha jî gelek parlamenteran ragihand ku dahata tê eşkerekirin, ne raste û di rastiyê de dahata navxweyî gelek ji ya tê ragihandin, zêdetire.

Di van rojane de, medyaya fermî ya Tevgera Goran ku Wezîrê Darayî yê Herêmê girêdayî Tevgera Gorane, raporek belav kir. Li gorî raporê hikumetê di sala 2023’yan de dikarî mûçeyê mehek din jî belav bike û ew dahat li ber dest hebû. Lê ev yek nekir.

Wezareta Darayî ya Herêmê bersiva medya fermî ya Tevgera Goran da û ragihand, di sala 2023’yan de dahata navxweyî ya mehane 320 milyar dînar bû. Ji vê jî 170 milyar dînar ji bo xerca wezaretê diçe û nêzî 70 milyar jî dimîne.

Eger dahata navxweyî mehane 320 milyar dînar be, dahata 3 mehên dawî ya sala 2023’yan dike, 900 milyar û 600 milyon dînar. Bi vê dahatê jî dikarin mûçeyê mehek yê karmendên herêmê were belavkirin. Ev dahat ji bilî budceya ku Hevpeymana Navnetewî dide pêşmergeyane ku ew jî zêdetirî 20 milyon dolare.

Lê Wezareta Darayî ya Herêmê dibêje, eger ji sedî sed dahata navxweyî were xerckirin jî, ew dîsan nikarin bi temamî mûçe belav bikin.

Niha tevî, kes nizane dahata navxweyî ya herêmê çende, firotina neftê ya bi rêya tankeran dewam dike, lê kes heya niha nizane ev dahat ji bo ku diçe çi lê tê!