Ma Êzidî û misilman dijminê hevin, Almanya û PDK dê wan lihev bînin!

NÎSAN SIMOQÎ-ROJNEWS

Civaka Êzidî civakeke di warê baweriyê de xwedî gelek prensîbên exlaqiye. Biqasî xweşbînî nêzî bîr û baweriyên din dibe, dixwaze bi heman awayî rêz li bîr û baweriya wan jî were girtin, herkes bi azadî bijî, kes hewl nede yê din bihelîne û di qirkirina çandî anjî fizîkî re derbas bike.

Lê civaka Êzidî ji ber parastina çand û baweriya xwe bi sedan sale di fermanan re derbas dibe. Di oxira parastina bîr û baweriya xwede serî daye, lê xwe li ber tu sîstemek zordar ne tewandiye û teslîmiyetê qebûl nekiriye. Weke civakeke exlaqî kariye tevî hemû fermanan jî hebûna xwe ya heya roja îro bîne. Lê niha metirsiyeke mezintir a din li pêş civaka Êzidiye, ew jî şerê taybet û qirkirina çandiye. Xwe ji gelek qirkirinên fizîkî rizgar kir, lê niha rûberûyê qirkirina herî xeternak a çandî ye. Ev jî îmtîhaneke nûye ji bo civaka Êzidî. Eger li beramber van êrîşên zirav yên li ser xwe hişyar nebe, bê lîstokan û li beramber hinek berjewendiyên madî  tawîzan bide, bêgûman evê zererê bide tifaqa navxweyî ya Êzidiyan û dê bikeve xizmeta yên bûne sedema fermanê.

PDK bi rêya peymana 9’ê Cotmehê û dîlgirtina koçberên Êzidî û berê wana dayîna berbi welatên Ewropa ve, Almanya jî bi rêya koçberkirina Êzidiyan û wana entegreyê sîstema xwekirinê re hewl dide wan ji koka wan qut bike. Vêya jî bi argûmanên zirav dikin, berbi Ewropa ve hewl didin hinek tawîz bide û îradeya xwe ya siyasî ya pêkhatiye di encama berdêlên mezin de bidestixtsiye

Wezareta zarok, ciwan, malbat, wekheviya ji bo koçberan û entegrekirinê ya Nord Rhein Westfalya ya Elmanya bi ser navê ‘Derbaskirin, efûkirin û lihevhatin’ bi hevkariya mûnazemeyên ser bi PDK’ê xwest li bajarê Dusseldorfê konferansek li dar bixe. Ev Konferans bû sedema nerazîbûnên ji aliyê Êzidiyên Şingalê û her wekî din ji aliyê Êzidiyên Ewropayê ve jî. Beriya em derbasî sedema nerazîbûnan bibin, eger em çavek li plansaziya konferansê û armancên ku vedibêjin bigerînin, dê mijar baştir were fêmkirin.
Ev Konferans li gorî fermiyetê ji bo ‘lihevanîna Êzidî û Misilmanane’ û li gorî ku wezaret îdia dike armanca konferansê derbaskirina ‘nefreta di navbera baweriyan de’ ye.

Dibêjin yek ji sedemên plankirina konferansek wiha ewe ku Ezdatî baweriya herî qedîm yê Mezopotamyayê ye û 74 ferman bi ser Êzdiyan de hatine. Organîzatorên Konferansê weke din bal kişandine ser komkujiyên Enfal, Helebce, Kobanî û Dersimê jî û gotin bi vê konferansê dixwazin zanebûna derbarê fermanên li dijî Êzidiyan de pêş bixin. Weke din diyar kirin ku dixwazin bi vê konferansê qurbaniyên komkujiyên li dijî Êzidî, Elewî, Xiristiyan, Cihû, Kakayî, Zerdeştî û Misilman û komên din yên Kurdistan, Iraq û Suriyeyê bi bîr bînin. Wezaretê weke din xwest binxêz bike ku ew fermana li dijî Êzidiyan hate kirin weke ferman qebûl dikin û piştgiriya xwe bi qurbaniyên komkujiyan parve bike.
Yek ji xalên esasî ku ji peyama wezaretê derket jî ew e ku bi hezaran Êzidiyên ku neçarî koçberiyê bûne niha li Almanya dijîn û bi vî awayî xwe mafdar dibîne ku bêje ‘qedera’ wan bi yên Êzidiyan re girêdayî ye. Di peyama xwe de behsa pêşketinên azad, wekhev û edîlane dike. Bêgûman Organîzatoran di peyama xwe de bingeha makezagona Elmanyayê bîr nekirin, bal kişandin ser Wekhevî, azadiya Olan, Demokrasî, hurmetê nîşandayîna mafên mirovan û ya herî girîng dewleta hiqûqî. Wezareta zarok, ciwan, malbat, wekheviya ji bo koçber û entegrekirinê ya NRW, vê konferansê bi hevkariya PDK’ê re kir. Heke lîstokên PDK’ê yên li dijî Şengalê neyin bîra we, em hineka ji wan bijmêrin.
Bêçekkirina civaka Êzidî, terkî mirinê kirina wê. Peymana 9’ê Cotmehê ku xwest weke fermanekê nû li dijî Şingal û xelkên wê pêk bîne. Polîtîkayên asîmîlasyonê ku li beramberî bi taybet Ciwanên Êzidî dimeşîne, zexta li ciwanên Êzidî ku ne li aliyê PDK’ê ne…
Me bi vî awayî dest pê kir, em hinekî behsa rola Elmanya di asîmîlekirina Êzidiyan bikin. Polîtîkayên pir taybet yên li ser ciwanên Êzidî li Elmanyayê tên meşandin. Ev yek bi taybet di bin navê ‘Entegrekirinê’ de tên kirin. Eger na, ciwanên Êzidî çima di hedefa sereke ya pergala Elmanyayê de bin. Bi nêzikatiyek taybet hewl didin vê civakê ji hemû nirxên wê dûr bixin. Dewleta Elmanya di 19’ê Çileya 2023’an de fermana li dijî Êzidiyan pejirand. Piştî salekê jî bi hevkariya PDK’ê hewl dide xiyaneta PDK’ê ya li Şengalê binûximîne û ve yekê jî bi zimanekê ewqas zirav dike mirov dibêje qey ev civak çiqas di xema wan de ye.
Di nivîsa xwe ya ji bo Konferansê de, wezaretê vî yekê bi wan gotinan rave kir; ‘Heya niha jî gelek Êzidî di wê baweriyê ne ku PDK’ê xiyanetê li wan kiriye’. Yanî PDK xiyanet nekiriye, lê wisa tê dîtin, lewma ev xebat di wateyek din de tê wateya pakirina PDK’ê û veşartina para wê ya di fermanê de. Ev jî nîşaneya hevkariya Almanya û PDK’ê ya di mijara asîmîlekirin, tinekirin anjî berovajîkirina hafizeya wê de ye.

Eger îro nerazîbûnên li dijî Konferansek bi vî awayî tên nîşandayîn, sedema wê ewe ku konferansek ku qaşo ji bo başiya kêmnetew û baweriyan tê kirin, beyî nêrîna vê civakê bixwe tê kirin. Saziya Oldarên Şingalê di 16’yê Çileyê de daxuyaniyek da û di vê daxuyaniya xwe de bal kişand ser mijara esasî; Konferansek di derbarê Şingalê de nikare beyî nêrîna Şengalê bê lidarxistin, ji ber ku Şingal paytexta Ezdatiyê ye.
Ger îro di bin navê hurmet, rêzdayîn, parastin û her wekî din de konferansek bê lidarxistin, lê encama vê konferansê mirovan dixe nava gumanan, wê demê divê ev yek li ber çavan bê derbaskirin. Pirsa, ma qey Derbaskirin, efûkirin û lihev anîna baweriyan ji nûnertiya Elmanyayê re maye? dide kirin.

Di encama nerazîbûnên civaka Êzidî de ev konferans hat betalkirin û organîzatoran civînek navxweyî lidar xistin. Ka em binêrin encama civîna wan çi ye. Lê wisa xuyaye raya giştî ya Êzidiyan bi nîşandana nerazîbûnên tund û yekgirtî, karîn vê xebatê demkî jî be bide rawestandin. Her wiha peyama, bêyî nêrîna Êzidiyan kes nikare derbarê Êzidiyan de biçe biryaran dide. Êdî Êzidiyên polîtîkbûne, dizanin her karek tiliya PDK’ê têde hebe, pêwîste biguman lê were nêrîn û were zanîn mûheqeq lîstokek li pişt de heye.

Di peyamama Êzidiyan de bi awayeke eşkere derket ku, ti pirsgirêka wan ne li gel misilmanan ne jî Kurdên misilman heye, pirsgirêka wan tenê bi DAIŞ’ê û hevkarên wêre heye. Ji ber Rêveberiya Xweser a Şengalê hemû pêkhateyên Şengalê digire nava xwede û Ereb jî di têde cih digirin. Niha nimûneya pêkvejiyanê û netewa demokratîk li Şengalê pêkhatiye û ti pirsgirêkeke Êzidî û misilmanan bihevre nîne ku Almanya anjî PDK bixwazin wan li hev bînin! Di rastiyê de ev tifaqeke alternatîf a ji bo bêbandorkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Êzidiyan tê ferzkirin e. Yên dixwazin nîfaqê bixin nava gelan de, timî li pey provakasyonanin wê nekarin bibin qasidên aşitiyê! Beşeke zêde ya civaka Êzidî êdî polîtîk bûye û van lîstokan tev ji hevderdixe.