31 salên tijî têkoşîn, kar û xebat: Şehîd Firyal

SIHAM ROJ

Jina Kurd, Şoreşger û têkoşera xwediyê keda 31 salan ya têkoşîn, kar û xebatên giranbiha ku beriya 2 rojan li Kerkukê hate şehîd kirin Şehîd Firyal Silêman Xalid di doza têkoşîna azadiya gelê  xwe û gelên bindest yên herêmê de xwedî kedekî pir mezin e. Ne salek, ne du sal 31 salên xwe da û her sala xwe bi têkoşîn, kar û xebat derbas kir.

Em şoreşger û têkoşera mezin Firyal Silêman Xalid hinek ji nêz de nasbikin. Firyal Silêman Xalid li Hesekê ya ku dikeve başurê Rojavayê Kurdistanê sala 1975’dan de çavê xwe li dinê vekiriye.

Malbata Firyal Silêman Xalid dema hîna ew zarok bu têkoşîna azadiyê nas dikir. Bi taybet naskirina Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiyê li herêmê bandorekî mezin çêkirîbu bi demê re. Sala 1993’yan, dema Firyal jî bu 15 salî berê xwe da xebatên têkoşîna azadiyê ku li herêmê dihate meşandin.

Navê xwe kir Zelal

Her jinek ciwan û xurtek ciwan dema tevlî xebatên têkoşîna azadiyê dibû navek ji xwe re hildibijart û di nav civakê de, di nav têkoşînê de bi wî navî dihatin nasîn û zanîn. Ev kevneşopî di nav têkoşîna azadiyê de heya îro jî berdewame. Firyal Silêman Xalid jî dema tevlî dibe navê xwe dike Zelal. Piştre di 15’yî Tebaxa 1995’an biryarek radîqaltir dide û xwe hêj zêdetir li ser felsefe û bîrdoziya Rêber Ocalan kurtir dike, bi taybet jî dixwaze di têkoşîn û azadiya jinê de gavên mezintir bavêje. Piştî demeke derbasî çiyayên azad dibe û 15 salan li qadên gerîla dimîne.

Cihê Kurd lêbun cihê têkoşîn û xebatê didît

Jina têkoşer Firyal Silêman Xalid piştî 15 salan têkoşîna li çiyayên Kurdistanê berê xwe da qadên din yên cuda. Ji xwe ji Rêber Ocalan hînbibû ku tenê qada çekdarî têrê nake, pir giringe ku yekitî, hevgirtin û rêxistinbûna hemû gelan pêkwere. Bê rêxistinbûn têkoşîna azadiyê wê kêm bima û negihiştiba encamên îro tê xwestin. JI bo wê di nav têkoşîna azadiyê de berê xwe da heta Ermenîstanê jî. Ermenîstan jî bibû welatek ku bi deh hezaran Kurd ji qirkirin û zilma Osmaniyan birevin wir û cardin jiyanek nû destpê bikin. Firyal jî bi armanca nasandin û rêxistinkirina têkoşîna azadiyê, berê xwe da wir. 8 sal li Ermenîstanê dimîne.

Dema şoreşa Rojava vegeriya Rojava

Dema şoreşa 19 Tîrmehê di sala 2012’yan destpê kir, dilê Firyal pir leztir lê dabû, kelecan û coşek bê hempa girtîbû. Firyal cardin berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê xaka ku çavê xwe li cîhanê vekirî. Tecrube û ezmunên di kesayeta xwe de komkirî li Rojava dixist jiyanê. Di birêxistinkirina pergala Netewa Demokratîk de, di avakirina komîn, meclîsan de rol lîst, di yekîtî û hevgirtina pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan de gelek ked û xebat meşand. Demekê li navçeya Tirbespiyê ya bajarê Qamişlo jî kar û xebat meşand. Firyal bi sadebun, pakbûn û zîrekbûna xwe re, xwe li gel pir dabû heskirin.

Pişte şerê çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’yan destpê kir. Berxwedaniyek dîrokî li dijî çeteyan dihate nîşandan. Di kêliyên şervanên azadiyê de sing bi sing çeteyên DAIŞ’ê re şer dikir û hewildida pêşiya wan bigre Firyal jî di nav civakê de, di nav jin û ciwanan de xebatên rêxistinkirinê dimeşand. Wî demî jî gelek ked û xwihdanekî mezin dida. Ji ber dizanî ku çeteyên DAIŞ’ê civakê dixwaze tine bike, bide revandin û şervanan tinê bihêle. Bê piştgiriya civakê, bê berxwedaniya civakê hêza şervanan kêm dima û têrê ne dikir. Berovajî hêvî û bendewariya dijminên ku çeteyên DAIŞ’ê şandîbun ser gel, bi saya têkoşîn û keda hezaran têkoşer û şoreşgerên wek Firyal xeyalê wan jî hilweşiya, DAIŞ hate têkbirin û civak hate parastin û rêxistin kirin.

Firyal Silêman Xalid piştre derbasî paytexta Suriye Şamê bû. Li wir jî ji bo ku têkoşîna azadiyê, pergala Netewa Demokratîk li jinên Ereb jî bide nasîn, kar û xebat meşand. Û piştî wê demekê berê xwe da Başurê Kurdistanê.

Şoreşger û têkoşerek din hate qetilkirin

Firyal Silêman Xalid Kurdistanê wek 4 parçe ti demî qebul nekir, heta dawî ji yekbûna gelê Kurd bawer dikir. Sînorên hatî dayîn qebul nekir. Her dizanî ku Kurdistan di nav 4 welatan de hatibe parvekirin jî yekbûn û yekitî di nava Kurdan de divê pêkwere, ji ber ku Kurd hemu yek netewin. Ji baweriyên cuda jî bin, xwediyê lehçe û devokên cuda jî bin her yek netewin. Li ser vê esasê xwest li Herêma Kurdistanê jî kar û xebatan bike, bi hêvî û daxwaza yekiti û hevgirtin di navbera Rojava û Başur de jî pêşbikeve. Ji bo wê herî dawî ji Şamê berê xwe dabû Herêma Kurdistanê, bajarê Kerkûkê. Firyal a ku xwedî keda 31 salên têkoşînê mixabin herî dawî li Kerkûkê di êrişek terorî de hate şehîdxistin.

Yên ku Firyal şehîd xistin û yên li pişt wan, ji hêz, zanebûn û azîma dida ditirsiyan diyarbûn. Û cardin îxaneta PDK xwe nîşan dabû. PDK bi dijminê koka Kurd, ji heval û rêveberên çeteyên DAIŞ’ê ku dewleta Tirk ya dagirker bû dikir re hevkarî dikir, plan kir û şehîd xist. Wek gelek erişên din de jî hatîbû dîtin. Destê PDK ya bi xwîn di qetla vê têkoşer û şoreşgera mezin de jî heye. Bi îhtîmalekî pir mezin jî kujer yan li Hewlerê ne, yan li Tirkiyeyê ye. Ji xwe PDK’ê ti ferq navberê de nehiştiye. Ha PDK ha Erdoxan û Hakan Fîdan, heman armanc, heman siyasetê re xizmet dikin.