‘Dibistanên taybet zimanê zikmakî biçûk xistine -2’

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Mamostaya Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Silêmaniyê Prof. Dr. Şîlan Omer tekezî li wê yekê dike ku zimanê Kurdî bi çend zimanên dagirkeran hatiye dorpêçkirin û ji bo parastina xeteriyên li ser zimanê Kurdî di pileya yekemîn de Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Rewşenbîrî, dayik û bavên zarokan nîşan da. Şîlan Omer got: “Desthilata Herêma Kurdistanê ji bo parastina zimanê Kurdî tu planek nîne, dibistanên taybet zimanê zikmakî biçûkxistine û paşguh kirine.”

Ziman yek ji pêkhateyên herî girînge ku her netewe û gel dide nasîn. Lê zimanê Kurdî ji aliyekî ve di bin zordariya dagirkeran de ye û ji aliyê din ve jî ji aliyê desthilatdarên Kurd ve heta asteke girîng hatiye biçûkxistin.

Eger zimanê Kurdî li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê di bin zilm û zordariya Îran û Tirkiyê de qedexe be û xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê neyê qebûlkirin. Li Başûrê Kurdistanê ku xwedî rêveberiyeke Kurdistanî ye, zimanê Kurdî tê paşguhkirin û biçûk xistin. Li ser metirsiya biçûkxistin û paşguhkirina zimanê zikmakî û nekirina bingehê perwerde û hînkirinê, Mamostaya Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Silêmaniyê Prof. Şîlan Omer di beşa duyemîn ya nirxandinên xwe ya li gel ajansa me de nêrînên xwe li ser faktorên ku dibin sedemên lewazî an jî tunebûna zimanekê bi taybet zimanê Kurdî, gefa zimanên biyanî di dibistanên Herêma Kurdistanê li ser zimanê Kurdî û li beramberî van hemû xetereyan rêya têkoşîna li dijî van faktoran anî ziman.

‘Dibistanên taybet zimanê zikmakî biçûk xistine’

Prof. Dr. Şîlan Omer di derbarê sedema biçûkxistina zimanê dayikê de wiha got: “Mixabin em niha ji du aliyan ve û pir şaş nêzîkatî li doza zimanê zikmakî dikin. Ya yekem vekirina bêhejmar ya dibistanên taybete ku tê de zimanên duyemîn û sêyem bêyî şert û merc têne fêrkirin. Ev yek bûye sedem ku zarokên me pir hindik qîmetê bidin zimanê xwe yê zikmakî û di heman demê de tiştên ku divê li ser zimanê xwe bizanibin, nizanin.”

Di dewamê de Şîlan Omer eşkere kir ku diyardeyeke din ya ku derketiye holê jî vekirina kursên zimanê biyanî ji bo zarokên dibistana seretayî ye ku diyardeyeke xeternake û wiha pêde çû; “Divê Wezareta Perwerdeyê derkeve pêş û bernameyên ku di pêvajoya perwerdeyê de ji zarokên Kurd re tên pêşkêşkirin binirxîne, bi taybetî di dibistanên taybet de, ku astengî û peywendiyên taybet yên bi wan re hene. Ji ber ku niha mixabin di dibistanên taybet de zimanê Kurdî bûye zimanekî dûrbîn, zimanê biyanî, zimanê duyemîn û zimanên din yên duyemîn û sêyemîn jî bûne zimanê yekemîn.”

‘Li tu navendan bi têra xwe guh nadin zimanê Kurdî’

Prof. Dr. Şîlan tekezî bi wê yekê kir ku zimanê Kurdî di hemû warên jiyanê de hatiye biçûkxistin û giringî bi wî nayê dayîn û got; “Me ne di medya û proseya perwerdeyê, ne di cihên giştî, li ser tabelayên kolanan, heta di qanûn û biryarên me yên makezagonî yên li ser zimanê Kurdî de, li tu qadan nehatine cîbicîkirin. Ji ber vê yekê ji vî alî ve me îhmal kir ku em çawa dikarin û hewl didin ku zimanê Kurdî dîsa li ser piyan bihêlin û wan ji xetereyên ku hene biparêzin.”

‘Hikûmeta Herêmê di nava 30 salên desthilatdariya xwe de tu siyaset û planek ji bo serweriya zimanê Kurdî nebû’

Di dewamê de Şîlan Omer got; “Siyaseta li hember zimanê Kurdî di 30 salên desthilatdarîya Kurdî li Başûrê Kurdistanê de, di asta pêwîst de nebûye. Sedema vê yekê jî ji ber çend sedemane: Yekem, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne xwedî siyaset û planeke zimanî bû ku çawa serdestiya ziman bike. Bi paşverûtî bi zimanê Kurdî re mijûl bûye, ev jî bûye sedem ku zimanê me ber bi rêyeke xeternak ve biçe.”

Profesorê diyar kir ku sedem di du astan de têne dabeş kirin. Ew jî ji asta jor bo jêre ku divê hikûmet li ser deman serdest be û got; “Wisa diyare ku li her derê cîhanê organ û sazî, sendîka, akademî hene ku divê ziman wek navendek serdest bin û rê nedin paşverûtî û bêbextiya ferdên civakê di her warî de pê re mijûl bibin. Mixabin akademiya me ya Kurdî heye, lê nekariye di asta pêwîst de serdestiya ziman bike.”

Prof. Dr. Şîlan anî ziman ku tiştekî din yê neyînî yê ku hikûmetê kiriye, bi awayekî nerasterast pêşvebirina zimanê duyem û serweriya wî li ser zimanê dayikê û mînaka girêdana derfetên kar û tayînkirinê bi zanîna zimanên duyem û sêyem re ye, got; “Perwerdeya Bilind ya Herêma Kurdistanê dibêje ku ‘divê hûn ezmûneke jêhatîbûna zimanê Îngilîzî bidin, ku li her deverê cîhanê ne wisa ye. Ev hemû jî hikûmet bi xwe bi awayekî nerasterast di asta herî jor de bala mirovan dide zimanê duyemîn.”

Di dewamê de got; “Di asta bingehîn de malbat bi berpirsyariya xwe ya li hember zarokan bi taybetî di 5 saliya xwe de nizanin. Bi taybetî jî dayik xwedî berpirsyariyeke pir girînge ku bi zanebûn û berpirsyarî li zimanê zarokê xwedî derkeve. Ji ber ku li gorî çavkaniyên olî û etnîkî ev mafê zarokane, destûr nayê dayîn ku dayik û bav zimanê zarokê xirab bikin. An jî wê berovajî bikin û bêyî biryara zaroka xwe ya azad, berpirsiyar û bi aqil rêgezek din pêşkêşî zarokê bikin.”

‘Berpirsyartiya destpêkê di aliyê zimanê dayikê fêrkirina zarokan de ya dayik û bavane’

Şîlan Omer di balkêşand ser berpirsyariya malbat, bi taybet dayik û bavan ya di warê perwerdekirina zarokan de û got; “Di asta bingehîn de malbat berpirsyariya xwe ya li hember zarokên xwe nizanin, bi taybetî di 5 saliya xwe de, berpirsyariyeke pir girînge ku dayik bi zanebûn û berpirsyarî li zimanê zarokên xwe xwedî derkevin. Ji ber ku li gor çavkaniyên olî û netewî ev mafê zarokê ye, dayik û bav bêyî biryara zarokên xwe ya azad, berpirsiyar û bi aqilane nikarin zimanê zarokê berovajî bikin an jî qaîdeyek din pêşkêşî zarokên xwe bikin.”

Di dewamê de Prof. Şîlan got; “Mixabin niha em dizanin ku daxwazeke mezin li ser malbatên ku dixwazin zarokên wan bi zimanê duyemîn biçin dibistan, dibistana dayikê ji bo fêrbûna zimanekî din heye. Ev bandorek rasterast li ser derûniya zarok dike. Niha yek ji pirsgirêkên zarokên me pirsgirêkên derûnî û awazî ne. Ji bo nimûne, yek ji nexweşiyên norolojik yên herî gelemperî yên sîstema sînîrê pêre rûbirû dimîne, otîzme.”

‘Erka hikûmetê ye ku ji bo pêşxistina zimanê Kurdî plansaziyek hebe’

Li ser rol û bandora Hikûmeta Herêma Kurdistan ya di girtina tedbîr û çareseriya herî baş de Şîlan Omer wiha got; “Divê hikûmet xwedî planek berfireh be ku di pênc warên ku di pêşkeftina takekesî de rolek dileyîzin bixebite. Ya yekem ewe ku di nav malbatan de li ser çawaniya dermankirina zarokên xwe û zimanê dayikê hişyar bikin. Di heman demê de divê saziyên perwerdeyê ji dibistana dayikê heta xwendina bilind bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bidin. Divê zarok heta 10 saliya xwe bi zimanê duyemîn neyên hînkirin. Di heman demê de, eger piştî wê qonaxê zimanê duyemîn ji zarokekî re were fêrkirin, divê şert û mercên xwe hebin.”

Têkildarî bikaranîna zimanê standart ji aliyê medyayê ve û di vê derbarê de erkê dikeve ser Wezareta Rewşenbirî û û Hikûmeta Herêma Kurdistanê Prof. Dr. Şîlan Omer got; “Xaleke din jî ew e ku ji bo hikûmetê bi taybetî jî Wezareta Rewşenbîrî pir girîng e ku sînoran ji medyayê re deyne. Di heman demê de divê medya bi zimanê Kurdî yê yekgirtî be. Ji ber vê yekê jî erka hikûmetê ye ku planek hebe ku em careke din nebin sedema tunekirina zimanê xwe.”

Şîlan Omer di dewama axaftina xwe de wiha got; “Raste guherîna çandî her tim berdewame û ziman her tim diguhere. Lê pêwîste em zanibin ku divê ev guhertinên di nirxên civakî yên gelê me de çênebin. Divê em nirxên bilind yên ku Kurdî ne biparêzin, ber bi pêş ve bibin û bi pêş bixin. Yên ku diyardeyên dizî ne, dikarin bên guherandin û pêşxistin, ne ku berovajiyê wê bê kirin. Ziman amûra yekane ye ku em ne tenê dikarin ramanên xwe biparêzin û geş bikin. Li şûna vê, divê em nirx û çanda xwe biparêzin.”

‘Cûrek din yê bişaftina ziman derket holê’

Li gorî  mamostaya zanîngehê, alarma metirsîdar ya niha ewe ku ew metirsiya guhertina ziman nizanin ku gava zimanê gelekê tê guhertin, pêre çanda wî jî diguhere û got; “Niha di zanista ziman de diyardeyek peyda bûye, çawa ku qirkirin heye, tê wateya paqijkirina etnîkî. Wateya paqijkirina ziman an jî kuştina ziman û mirina zimane. Windabûna axaftvanê dawî yê zimanekî nîşaneya mirina wî zimanî ye.”

Ji ber van hemû sedeman mamostaya zanîngehê Prof. Dr. Şîlan Omer di dawiyê de aliyên peywendîdar hişyar kir û bi awayekê giştî hişyarî da û got;  “Divê em hişyar bin ku ziman, çand û netewa xwe ber bi wê arasteyê ve nebin ku em bi dilxwazî ​​dev ji zimanê xwe yê zikmakî berdin. Ji ber ku emê di dawiyê de bi xwe bên tunekirin ku dema ziman û netewa me bê tunekirin, kesayeta û hebûna me jî wê tune bibe.”

(wd)

‘Ziman hebûna netewa ne, ziman nemîne netew jî namîne’- 1