Çirûskek nemir ji kûrahiya hûnera Kurdî: Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 87’emîn salvegera koça dawî ya hunermendekê ku deng û mûzîka wî ji kûrahiya dîroka Kurdî derdiketiye ku heta îro jî nifş bi nifş stranên wî dibêjinû namire, ew hunermend Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî ye.

Seyîd Elî Esxerî bi xwendina Quranê ji hucre û tekya xwe qirika xwe ji dengekî Rojhilatê Kurdistanê re vekir. Paşê bi gotin û mûzîka xwe xezîneyek ji Kurdan re hişt ku piştî wî ji hunera Kurdî re bûye îlhamek.

Esxerî Kurdistanî kurê Seyîd Nizamedîn kurê Seyîd Camî kurê Seyîd Mihemed Cewad kurê Seyîd Îbrahîm’e. Di sala 1881’an de li gundê Selwetawa ya ser bi bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê.

Malbata Esxerî bi eslê xwe ji malbata helbestvanê Kurd yê navdar Baba Tahirê Hemedanî ye. Lewma jî helbestvan Baba Tahir bandoreke mezin li wî kiriye.

Esxerî di sala 1905’an de bi Mehşeref Xanimê re dizewice û sê kur û du keçên wan çêdibin. Nasnavê Kurdistan ji parêzgeha Sine girtibû, ji ber ku Fars ji Sineyê re dibêjin Kurdistan û ev yek li nav Kurdan û netewên din yên Îranê belav bûye.

Di jiyana xwe ya hucre û feqetiyê de Esxerî ji Baba Tahirê Hemedanî bandor bûye. Helbestên xwe bi awaz û xwendina Quranê bi dengekî bilind dixwend. Nimêj dikir, meqam û îlahiyên olî digotin. Vê yekê gav bi gav Seyîd Elî anî nav cîhana hunerê. Ji ber ku xelkê bê navber pesnên wî didan, ew teşwîq kir ku wî dengê xwe yê xweş winda neke û bikar bîne.

Esxerî bi stranbêjiya şaheserên wek; Were cana min, Ey hevalên terîqetê, Xemgîn û dil peşewim, Hey nabe nabe, bingeheke hunerî ya xurt ji Kurdan re ava kir û ji bo Kurdan xeteke hunerî ya nemir afirand ku hunermendên ciwan yên Kurd niha wek dibistanekê jê fêr dibin.

Herwiha Esxerî bi stran, meqam û mûzîkê bi çend awayan tê nasîn ku hindik kesan karîbûn bi stîla wî bêjin. Herwiha şarezayiyeke baş di mûzîk û awaza Farsî de hebû wek şêwazên sêgah, humayon, şûr, beyat zend, efşarî, şûşterî, ebû eta, deştî, îsfehan. Vê yekê jî hunermendên wekî Şeceriyan, Ebasî Kemendî û Muctebayê Mîrzade kir ku bibêjin Seyîd Elî bi rastî di muzîkê de zana û pispor bû.

Seyîd Elî di salên 1928 û 1929’an de bi nûnerê Şirketa Gramofona Polonî re peymanek îmze dike. Wî 10 stran ji bo şirketê li ser ekranê tomar kir. Ya herî navdar Yar Xezal û Hay Nabe Nebe ne. Herwiha gelek stranên din jî li pey xwe hiştine, ji wan hevalên terîqetê (refîqanî terîqet) û cananî cananim.

Seyîd Elî dengbêjekî mezin û yek ji şanaziyên hunerî yên gelê Kurde. Hunera wî ne tenê li Kurdistanê ye, belkû sînor derbas kirine û hunermendên Fars, Tirk, Azerî û heta Ereb jî muzîka wî gotine. Hunermendê mezin yê Fars Şeceryan Hemayonî yek ji wan hunermendane ku bi mûzik û sitîla Esxerî şaş maye, di hevpeyivînên xwe de got ku wî gelek sûd ji muzîka Seyîd Elî girtiye. Ji ber vê yekê wî bi serbilindî stranên Esxerî gotine.

Yek ji girîngtirîn taybetmendiyên vî hunermendê mezin ewe ku xwe dispêre helbest û hûnandiyên helbestvanên Kurd. Ji helbestên Mewlewî û Wefayî sûd wergirtiye. Di stranên xwe de kêm caran peyvên biyanî bi kar aniye. Ji ber ku di serdama wî de Farsî û Erebî serdestiya hemû nivîs û hunerê dikir. Li Rojhilatê Kurdistanê yekem kes bû ku li ser gramafonê Meqamê Kurdî lêxist.

Hêjayî balkişandinê ye ku piraniya muzîkjenên ku ji bo Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî lêxistin Fars bûn. Lê belê wî bîn û tameke Kurdî ya taybet daye stranên xwe, ku nehiştiye stranên wî ber bi Farsî ve biherikin.

Seyîd Elî Esxerî mirovekî sade û xakî bû ku cil û bergên Kurdî yên balkêş yên wek şelwarên Kurdî û mêzerên kesk li xwe dikir. Bi taybetî girîngiyeke taybet da çanda Kurdî û mijarên netewî  û ew qet îhmal nekirin, bi taybetî di Newrozê de.

Ji van hemûyan em dikarin bibêjin ku Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî dengekî ku ji kûrahiya dîroka Kurdan derketiye. Wî xezîneyek hunerî ya elmasî ji bo netewa xwe ya Kurd li pey xwe hiştiye.

Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî di 4’ê Sibata 1937’an de koça dawî kir û li goristana gundê xwe hat veşartin.

(wd)