NAVENDA NÛÇEYAN
NÇM, ji bo piştgiriyê bide “Meşa Mezin a Azadiyê” ya di 1’ê sibatê de ji 2 baskan ve hatiye destpêkirin, dê du şahiyên gel li dar bixe.
Navendan Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo piştgiriyê bide ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ya ku di 1’ê sibatê de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji du baskan ve hatiye destpêkirin, dê du şahiyên cuda ên gel li dar bixe.
Şahiyên ku bi dirûşma ‘Ji hunera azad, ji bo meşa azad hezar silav’ dê bên li dar xistin de, wê dengbêj Evîn Sindî û Arhat derkevin ser dikê.
Yekemîn şahiya gel dê di 9’ê sibatê saet 19.00’an de, li avahiyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya li navçeya Bagcilar ya Stenbolê were li dar xistin.
Şahiya duyem jî dê di 13’ê sibatê saet 19.00’an de, li avahiyê DEM Partiyê ya li Sancaktepeyê ya Stenbolê were lidarxistin.