Konferansa TEV-ÇAND’ê bi hilbijartina hevserokatiyê bidawî bû

NAVENDA NÛÇEYAN

Konfransa TEV-ÇAND`ê bi biryarên pêşxistina çanda neteweya demokratîk li hemberî qirkirina çandî li herêmê û pêşengtiya ji pêngava azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were kirin bidawî bû. Di konferansê de hevserokatî jî hat hilbijartin.

8`emîn konfransa Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) bi dirûşma “Em bi Rihê Şerê Gel ê Şoreşgerî Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo Pêk Tînin û Çand Neteweya Demokratîk ava Dikin” di roja xwe ya duyemîn li ber dezgehên ragihandinê girtî berdewam kir.

Konfrans duh li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo bi amadebûna 200 delegeyî ji hemû pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Kurd, Ereb, Suryan, Êzdî, Ermen, Asûr û Çerkes dest pê kiribû. Îro li heman deverê 8`emîn Konfransa TEV-ÇAND`ê bi dawî bû.

Der barê encamê konfransê de endamê Rêveberiya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) û Komîteya Amadekar a Konfransê Serhet Zana ji ajansa me re axivî û diyar kir ku rêxistinbûyîn û tevlêbûna konfransê bi awayeke baş derbas bû û got: “Me xalên rêziknameya tevgerê neguhertin, ji bo derbasbûna xalekê ji hevpeymana civakî ya nû me cihek vala hişt. Ji bo hin xebatên ku pêk nehatin me rexnedayîn da û me ji bo 2 salên bê jî hin biryarên têkildarî xurtkirina çanda neteweya demokratîk li hemberî qirkirina çandî û pêşengtiya pêngava ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dan.”

Serhet Zana têkildarî hilbijartinên ku di 8`emîn Konfransa TEV-ÇAND`ê de pêk hatin got: “Hevserokatiyên kantonan berê di civînên amadekirina konfransê de hatine pêşinyarkirin, di konfransê de hatin erêkirin. Ji bo hevserokatiya TEV-ÇAND`ê jî Sumeya Mihemed û Xelîl Tehlo hatin hilbijartin.”