‘Min ji tenekeyek tembûrek çêkir’

JIYAN PÎRAN/MEXMÛR

Gabar Nas yê ku bixwe fêrî tembûrê bûyî, destnîşan kir ku her malbatek Kurd pêwîste zarokên xwe li ser çanda Kurdewarî mezin bike û got: “Min ti perwerde li ser lêdana tembûrê nedîtiye, tenê di mejiyê xwe de ez dengê tê lêxistin ji ber dikim û lêdixim. Ji ber bê derfetiyên penaberiyê heta demek dirêj min nekarî ez bibim xwediyê tembûrekê. Min ji tenekeyek run tembûrek ji xwere çêkiribû.”

Xeyalên gelek zarokên penaber di berîkên wan yên dirayî de li ber bayê êşên penabertiyê ketin û bûn êşek di dilê wan de. Hinek ji wan xeyalan jî mîna êş û têkoşîna wan zarokan li berxwedan û bûn parçeyek biçûk ya çanda Kurdewarî. Gabar Nas jî yek ji wan zarokê penaber ên ku nikarîbû ji ber bê derfetiya penaberiyê xeyalên xwe di himbêza xwe de mezin bike. Li rûxmê hemû bê derfetiyên jiyanên hewl da ku mîna herkesê li tembûrê bixe. Gabar Nas ku niha li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jiyan dike li ser jiyana penaberî û lêxistina tembûrê ji ajansa me re axivî.

‘Mirov çi bixwaze dikare bike’

Gabar Nas di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku zarokatiya wî di nava penaberî û bêderfertiyên jiyanê de derbaz bûye û got: “Em wek malbat di sala 1992’an de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçarî penaberiyê bûn û em derbazî wargaha Zelê bûn. Tevî ku em 20 malbat li wê wargehê diman jî, di rojekê de 52 balafirên dewleta Tirk wargeh bombebaran kirin. Wê demê jin û zarok jî di nav de 7 kes şehîd bûn. Ji ber wê êrişê em derbazî nav penaberên Bakurê Kurdistanê yên li wargeha Etrûş bûn. Dema min di weşana ‘Med tv’ kilîbên hevalan û hunermendên Kurd dîtin, mereqa min ya ji bo lêxistina tembûrê pêşket. Bi taybet jî dema hozan Diyar li tembûrê dida, ez gelek bandor dibûm. Ji bo vê min jî ji tenekeyek ya rûnê tembûrek ji bo xwe çêkir. Dibe ku tam neşibiyabe tembûrê, lê dema min destê xwe li serve bir û di anî deng jê hat, ew deng baweriya min bi min anî. Mirov çi bixwaze dikare bike.”

‘Min ti perwerdeyek li ser lêdana tembûrê ne dîtiye’

Gabar di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku heta niha ti perwerdeyek di derbarê lêxistina tembûrê de nedîtiye, bi hewldanên xwe fêrî lêxistina tembûrê bûye: “Min bi stirana ‘Bûkê delalê’ xwe fêrî lêdana tembûrê kir. Erê tembûra min ne mîna tembûrên din bû, lê kêmek be jî deng dida. Wê demê ne derfetê me hebûn em tembûrekê bikirim, ne jî çûyîn û hatina derveyî wargehê hebû. Min ti perwerdeyek li ser lêdana tembûrê ne dîtiye. Tenê di mejiyê xwe de ez wî dengê tê lêxistin ji ber dikim û lêdixim. Ji ber bê derfetiyên penaberiyê heta demek dirêj min nekarî ez bibim xwediyê tembûrekê. Hevalek min dizanî ku ewqas mereqa min ji bo tembûrê heye, ji min re tembûrek diyarî anî ez gelek sipasiya wî jî dikim. Dema min dît wî hevalê min ev tembûr ji bo min diyarî da, min got pêwîste ez bibim layîqê vê tembûrê. Min got çi dibe bila bibe pêwîste ez xwe fêrî vê tembûrê bikim. Niha jî ez li tembûrê dixim, zarokên min jî stiranan dibêjin. Dibe ku em ne di asta kilîb çêkirinê de bin, lê di nava civat, malbat û hevalên xwe de em hewl didin bi stiranê xwe rengek cûdatir bidin civatên xwe.”

‘Zarokên xwe li ser çanda Kurdî perwerde bikin’

Gabar Nas di dawiyê de bang li hemû malbatên Kurd kir ku zarokên xwe li ser çand û hunera Kurdî perwerde bikin: “Dema em ji welat derketîn ez zarok bûm, niha jî 40 salî me. Em hêvîdarin, emê bi hêza şervanên azadiyê û fikirê Rêbertiya xwe rojek berî rojekê bi awayek azad berê xwe bidin Bakurê Kurdistanê. Ez û keçên xwe gelek caran bi hevre stiranan dibêjin û govendê digirin. Ez di aliyê govend û stiranên Kurdewarî de wan perwerde dikim. Hestekî gelek xweşe zarok û bav bi hev re stiranan bibêjin. Ez bang li tevahî gelê Kurd dikim ku zarokên xwe li ser çanda Kurdî perwerde bikin.”

 

(rn)