Di Festîvala Biratî û Pêkvejiyanê de, jinên Kerkûkê jêhatinên xwe nîşandan

KERKÛK

Di Festîvala Biratî û Pêkve Jiyanê ya Kerkûkê de jinan bi karên xwe yên hunerî cihê xwe girtin ku di berhemên xwe de ked û êşên xwe anîn ziman.

Festîvala Biratî û Pêkvejiyanê ya Kerkûkê ku li Navenda Çand û Hunerê ya Kerkûkê hatiye destpêkirin, di roja 2’an de berdewame. Di festîvalê de gelek berhemên dest ên jinan ên tablo, destmal û karên dest, aksesuarên bi dest hatîn çêkirin, berhemên folklorî yên kevnar, xwarinên çandî û dermanên giyayan hebûn.

Seher Hesen ku yek ji jinên beşdarî festîvalê bûyî diyar kir ku ev festîval gelek giringe û wiha got: “Divê jin beşdarî hemû festîvalan bibin. Bi taybet gelek başe ku bikarin bi rêya berhemên xwe yên karên dest debara jiyana xwe peyda bikin.”

Li gorî salên borî di festîval, çalakî û xebatên hunerî de jinên Kerkûkê hîn zêdetir ked didin û jêhatinên xwe nîşan didin.

(fk)