SILÊMANÎ
Li Silêmaniyê, çend rojin pêşengehek bi navê ‘Tasan’ bi beşdarbûna 22 tabloyên hunermend Sofiyan Celal hatiye vekirin. Tabloyên Sofiyan di derbarê jîngeh û parastina xwezayê de hatine çêkirin.
Li kargeha Cixare ya li bajarê Silêmaniyê, dibin pêşengtiya Rêxistina Azadbûnê de duyemîn pêşengeha şêwekariyê ji bo hunermend Sofiyan Celal hatiye vekirin.
Cîgira Rêxistina Azadbûn Helwest Ebdula di derbarê pêşengehê de ji Rojnews’ê re axivî û ragihand ku bi hevkariya li gel Kargeha Çandê bi navê projeya ‘Tasan’ duyemî pêşengeha şêwekariyê ji bo hunermend Sofiyan Celal vekirine.
Pêşengeh ji 22 tabloyên hunerî pêktê ku di nava 3 salan de hatine çêkirin û qala jîngeh û parastina xwezayê dike.
(fk)