Li nav Monomenta Enfalê duyemîn nîşandana monodramaya Selme

ÇEMÇEMAL-ROJNEWS

Duyemîn nîşandana ‘monodrama Selme’ ya Koma Şanoya Heware li Monomenta Enfalê ya navçeya Çemçemalê hat lidarxistin ku behsa qonaxên cuda yên qirkirina gelê Kurd, bi taybetî Enfalê dike.

Monodrama Selme îro danê êvarê ji aliyê Koma Şanoya Heware ve di nava Monomenta Enfalê ya navçeya Çemçemalê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê de hat nişandan.

Di monodramaya Selme de behsa qonaxên li pey hev yên qirkirina gelê Kurd, bi taybetî Enfalê tê kirin. Sedema hilbijartina  Monomenta Enfalê ya nîşandana duyemîn jî ji ber dîroka wê ye ku wek paytexta Enfalkiriyan tê naskirin. Piraniya xelkê Çemçemalê xwediyê şehîdên Enfalê ne.

Di dema nîşandana monodramayê de gelek rewşenbîr û hûnermendên ji Kerkûk û Çemçemalê amadebûn. Ev monodrama ji aliyê Dr. Dilşad Mistefa ve hatiye nivîsandin, derhênerê wê Nejad Necme, alîkarê derhêner Berhem Yasîn , herwiha Hewar Fars û lîstikvana Fransî Ogile Ampght jî bi hev re lîyistin. Bi Kurdî û Fransî ji aliyê Ferhad Baban ve hatiye nivîsandin. Muzîka wê ji aliyê Ferhat Baban ve hatiye amadekirin. Her yek ji hunermendan Hema Şano, Jano, Hemê Elî û Aras Elî rêvebirên teknîkî yên şanoyê bûn.

Biryare monodramaya Selme li Silêmanî û Helebce bê nîşandan, îsal beşdarî hemû festîvalên navxweyî û biyanî bibin.

(wd)

Li Kerkûkê yekemîn nîşandana monodramaya Selme