Bi dengê Şêrko Bêkes, helbesta ji bo Rêber Ocalan nivîsandî

NAVENDA NÛÇEYAN

Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes di dema Rêber Ocalan dîl hatî girtin de ev peyam da bû; “Ev der Silêmanî ye, ev çend roj e xemginiyeke mezin li ser vî bajarî heye. Li ber çavên cîhanê Ocalan girtin, lê nekarin ruhê Kurdan teslîm bigirin. Amedê çawa ji Silêmaniyê diqetînin, Newroz çawa bê agir dibe?”

Beriya 25 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Komployek Navneteweyî ku gelek hêz û dewletên hegemon ên cîhanê destê wan di nav de hebû, li Kenyayê hate girtin û li Girtîgeha Îmraliyê ya li Girava Îmraliyê hate bi cih kirin.

Di dema komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li sala 1999’an Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes qesîdeyek li ser Rêber Ocalan dinivîse.

Şêrko Bêkes di peyama xwe de wiha dibêje; “Ev der Silêmani ye, ev çend roj e xemginiyeke mezin li ser vî bajarî heye. Li ber çavên cîhanê Ocalan girtin, lê nekarin ruhê Kurdan teslîm bigirin. Amedê çawa ji Silêmaniyê diqetînin, Newroz çawa bê agir dibe? Gola Wanê çawa dikarin ziwa bikin? Ev der Silêmaniyê ye, hemû dilên vî bajarî wek sêva darekê dilerizin, ji bêkesiya gelekî re xemgîn dibin. Ev xemginiyeke neteweyî ye, min xewna perperokekî dît. Ez digirim û çavên min li Amedê ye.”

Bi dengê Şêrko Bêkes helbesta ‘Pirşingî roh destgîr nakrê’ ya ku derbarê dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandî wiha ye: