HEWLÊR-ROJNEWS
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi pêşengiya KNK’ê û Akademiya Kurdî bi beşdariya zimanzanên her çar parçeyên Kurdistanê dîdarek li ser zimanê dayikê hate lidarxistin û têde tekezî li ser xeterî û parastina çanda Kurdî kirin.
Îro bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi pêşengiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û bi hevkariya Akademiya Kurdî li Hewlêrê salona Akademiya Kurdî dîdarek li ser zimanê dayikê hate lidarxistin.
Dîdar bi sernavê “Nêzîkirina Zaraveyan, Parastina Zimanê Kurdî û Prensîba Yekîtiya Netewî” pêk hat û ji her çar parçeyên Kurdistanê zimanzan, rewşenbîr û nivîskar beşdar bûn.
Di dîdarê de hewldanên lewazkirina zimanê Kurdî ji aliyê dijminan ve, nasname û zimanê Kurdî ku bibe bingeha perwerdehiya nifşên paşerojê, çand û rêzimana her çar parçeyên Kurdistanê hate nîqaşkirin.
Mamosteyê zimanê Kurdî yê Bakurê Kurdistanê Nûh Buzkir jî yek ji beşdarên dîdarê bû, got; “Zimanê Kurdî nasnameya netewî û hebûna gelê Kurde. Ji ber vê yekê, dijmin dê her dem hewl bidin ku wê berevajî bikin. Li Bakurê Kurdistanê tevî astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî jî, ziman her diçe pêş dikeve.”
Buzkir anî ziman ku di heyama 100 salên derbasbûyî de, piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê, rayedarên Tirkiyê her tim hewl dane zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê qedexe bikin, ji ber wê jî nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî qebûl nekirine.
Ji beşdarên dîdarê pisporê zimanê Kurdî yê Rojhilatê Kurdistanê Seed Qazî jî got; “Rewşa zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê di bin metirsiyê de ye. Peyv û termên farisî bi peyvên Kurdî ve hatine tevlihevkirin. Ev yek bandoreke neyînî li ser zimanê dayikê dike. Metirsiyeke din jî ewe ku zimanê kurdî di bernameya perwerdeyê de cih negirtiye, ji ber wê jî dema zimanê kurdî neyê bikaranîn dê bikeve metirsiyê. Tevî ku zimanê Kurdî zererê nade tu ziman û zaravayan jî, lê bi baweriya wan zimanê kurdî metirsî ye li ser zaravayê wan”
(wd)