Li Xanesorê parkek nû tê çêkirin

ZIYAD EZÎZ/ROJNEWS

Şaredariya Gel ya Xanesorê ji bo parkek nû ya bi navê Şehîd Dijwar Feqîr çêbike, dest bikar û xebatan kiriye. Xelkê Xanesorê bi vekirina parkê kêfxweşin û dibêjin, divê her kes derdorê paqij bigirin.

Bi vegera gel a ji Şengalê re, kar û xebatên sazî û rêxstinên rêveberiya xweser jî berfireh dibe. Yek ji saziyên bi ximzeta gel re eleqedar dibe şaredariyên gelin.

Şaredariya Gel a Xanesorê bi zêdebûna hejmara xelkê vegeriyane re, xizmeta xwe a ji bo gel jî mezin  dike. Di çarçoveya kar û xebatên şaredariyê de li Xanesorê parkek nû li ser navê Şehîd Dijwar tê vekirin.  Parka giştî a Xanesorê ku 2019’an ji aliyê Tevgera Azadiya jinên Êzidî û Şaredariya gel ve hatibû çêkirin di nava van salan de bûye cihê vehewîna xelkê Xanesorê. Di nava parkê de beşek wek cihê lîstikên zarokan hatiye veqetandin, lê ji ber ku hejmara kesên seredana parkê dikin zêdeye, nihe amadekarî tên kirin ku parkek din bê vekirin û lîstikên zaroka di parka nûde bên bicihkirin.

Karê çêkirina parkê ji aliyê şaredariya Xensorê ve ji niha de destpêkiriye û tê payîn beriya demsala havînê ev park bê vekirin.

Kar û xebatên şaredariyê ku ximzeta gel dikin, bûye cih û kêfxweşiya welatiyan û xelk jî vî karî girîng dibînin.

Welatiyê binavê Xelat Xidir ji ber karê şaredariyê spasî kir û daxwaz kir ku gel jî li van ciha xwedî derkeve û paqijiya cihên giştî biparêzin. Her wiha Xalid da diyakirin ku di demsala havînê de parka giştî a Xenesorê  pir qerebalix dibe, jiber ku tenê ev cih heye ku gel dikare wextê xwe têde derbas bike. Cihên wisa ji bo xelkê pir girîngin û daxwaz dikin li hemû gundan parkên wisa bên vekirin.

Hêjayê bibîrxistinê ye ji sala 2019’an ve projeya şînkirina Şengalê ji aliyê  şaredariya gel a rêveberiya xweser ve hatiye destpêkirin û di çarçoveya vê pêngavê de bi deh hezran şitlên dara hatin çandin û li gelek cihan parkên giştî hatine vekirin û heya niha li hin cihan karê çêkirina parkan dewam dikin.