Nivîskar Sabîr: Divê gelê Kurd bi rêya xwendinê dîroka xwe û dijminê xwe nas bike

GERMIYAN-ROJNEWS

Nivîskar û Lêkolîner Simko Sabîr diyar kir ku xwendin kes hişyar û berpirsiyar dike û nasnameyeke nû dide wî, di heman demê de nêrîn û azadiya jiyanê dide mirovan û wan kole nake. Sabîr got: “Divê her Kurdek, bi xwendinê dîroka xwe, xwe û dijminên xwe nas bike.”

Li seranserê cîhanê û li Herêma Kurdistanê jî taybet, ji ber sîstema Kapîtalîst û bandora teknolojiyê, bi şêweyek berçav xwendina pirtûkan di nava hemû beşên civakê de kêm bûye. Li şûna pirtûkan, giringiyek mezin ji bo medya dijîtal tê dayîn ku ev yek jî nirxê pirtûkan daxistiye.

Nivîskar û Lêkolîner Simko Sabîr di derbarê mijara xwendinê û bandorên nerên îyên teknolojiyê yên li ser zimanê Kurdî de ji Rojnews’ê re axivî.

Simko Sabîr di destpêka axaftina xwe de qala hinek sedemên kêmbûna xwendinê kir û wiha axivî: “Yek ji sedemên kêmbûna xwendina pirtûkan ewe ku înternet ketiye hemû malan de û nirxê kaxezê kêmkiriye. Vê yekê bandorî li ser pirtûkan jî kiriye. Sedemek din jî çanda xwendinê lewaze, li navendên rewşenbîrî û perwerdeyê, xwendin nebûye çandek. Me qonaxên pir giring bê xwendin derbaz kir. Niha em hest bi metirsiyê dikin û em di encameke tirsnak de ne. Di roja me ya îro de medyaya dijîtal rola pirtûk û cureyên wêjeyî dilîze, ku diviyabû niha di civakê de hebûna.”

Nivîskar Simko Sabîr di dewama axaftina xwe de diyar kir ku xwendin kes hişyar û berpirsiyar dike û nasnameyeke nû dide wî, di heman demê de nêrîn û azadiya jiyanê dide mirovan û wan kole nake. Sabîr got: “Xwendin dîtina ji yekê zêdetir cîhanane, hîn zêdetir têgihiştina ziman, çand û erdnîgariyê ye. Ev hemû bi hev re çandeke diafirîne ku xizmeta civakê dike.”

Nivîskar û Lêkolîner Simko Sabîr di dawiya axaftina xwe de ragihand ku divê gelê Kurd dîroka xwe û dijminê xw nas bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê bi xwendinê em hişyar bibin ku dijminên me kî ne û li dijî me kîjan çekan bikar tînin. Planên wan ji bo civaka me çi ne û ji bo pêşeroja me çi çandine divê em bizanin. Ji ber vê yekê girîng e ku ferdê Kurd dîroka xwe nas bike, xwe û dijminên xwe nas bike.”

(fk)