NAVENDA NÛÇEYAN
25 parlamenterên Iraqê bi daxwaznameyê ji Sudanî daxwazkirin ku mûçeyê sê mehên sala borî yên karmendên Herêmê bide û gotin: “Li gorî biryara Dadgeha Federal divê sê mûçeyên karmendan were dayîn.”
Îro 25 parlamenterên Iraqê di derbarê sê mûçeyên sala borî yên karmendên Herêmê ku nehatîn dayîn de, daxwaznameyek pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyar Sudanî kirin.
Her 25 parlamenteran daxwaz ji Sudanî kirin ku mûçeyê sê mehên sala borî yê karmendên Herêma Kurdistanê bide.
Her wiha ragihandin ku li gorî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku di 17’ê Sibata îsal de derxistî, divê Iraqê sê mûçeyên karmendên Herêmê bide.
Hêjayî gotinêye ku karmendên Herêma Kurdistanê 3 mûçeyên mehên dawî yên sala borî negirtine. Niha jî ku nêzîkî dawiya meha Sibatê bûne, ti demek ji bo dayîna mûçeyê ew mehên qala wan hatî kirin, nehatiye diyarkirin.
(fk)