Soran Omer: Pirsgirêka mûçeyê karmendên Herêmê nemaye

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Lîjneya Darayê ya Parlamentoya Iraqê Soran Omer diyar kir ku pirsgirêka mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê nemaye.

Endamê Lîjneya Darayê ya Parlamentoya Iraqê Soran Omer têkildarî çareseriya mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê agahiyên nû belav kir. Soran Omer got; “Pirsgirêka mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê nemaye. Teyf Samî got ‘pirsgirêka mûçeyê karmendên Herêmê nemaye û li gor biryara Dadgeha Federal ya Iraqê wê mûçeyê karmendan bi rêya bankan bê şandin. Tenê emê ji bo vê mehê tenê mûçe ji Herêmê re bişînîn, bila zû lîsteyên mûçeyê meha Sibatê bişînin.”

Derbarê çêkirina hesabên hejmareke zêde ya karmend, xanenişîn, torên civakî, şehîd û kêmendaman tenê di mehekê de, li gor Soran Omer, Wezîrê Darayî gotiğe “Divê hûn di mijara çêkirina hesaben bankayê de lez biki, nexwe ez mûçe bêyî nîştimanîkirinê naşînim.”

(wd)